Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê kalê 80 salî qetil kirin

Navenda Nûçeyan |

Hovîtiya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li Efrînê bênavber didome. Dewleta tirk û çeteyên wê ji adara sala 2018’an heta niha li herêmê bi awayekî sîstematîk sûcên şer dike, malên gel didizin û çavkaniyên jiyanê talan dikin.

Têkildarî mijarê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê daxuyaniyek da û da zanîn ku welatiyê bi navê Arif Ebdo Xelîl ê 80’ê salî, di 9’ê hezîranê de ji aliyê koma çete ya bi navê Sûltan Mûrat ve li gundê Qizilpaşa yê Bilbil a Efrînê hatiye revandin.

Rêxistinê diyar kir ku cenazeyê Arif Ebdo Xelîl di 10’ê hezîranê roja çarşemê de li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê hatiye dîtin. Hate ragihandin ku li ser cenazeyê Xelîl şopên îşkenceyê hebûn û mixdarekê pereyên Arif jî hatine dizîn.

Xelîl ê ji aliyê derdorê ve weke ‘Arif Xatûnê’ dihate naskirin û nedikarî bimeşe. Her wiha ji ber temenê wî jî gelek nexweşî lê peyda bûbûn. Heman koma çete ya girêdayî dewleta tirk, di 23’yê gulanê de jî zaroka keç a bi navê Melek Nebî Xelîl (16) revandibû û cenazeyê wê di 5’ê hezîranê de li gundê Firiziye yê Ezazê hatibû dîtin.

Komên çete yên girêdayî dewleta tirk di 9’ê hezîranê de li gundê Raco yê Mabatayê 8 sivîl revandibûn û ji malbatên wan fîdye xwestibûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar