Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gotin, ‘Ma çi karê kurdekî li Nîşantaşiyê heye’ û derb kirin

Navenda Nûçeyan |

Êrîşên nîjadperestiyê yên li dijî gelê kurd li her deverekê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomin. Bûyerên kuştinên bi sedemên ‘Kurdbûn’ ‘Axaftina bi kurdî’, ‘Guhdarkirina stranên bi kurdî’ û hwd. hê jî didomin. Êrîşeke din a faşîst jî vêcarê li Stenbolê qewimî. Li gorî nûçeya malpera Bîanetê ya bi îmzeya Evrîm Kepenek, welatiyê bi navê Mehmet Nûrî Denîz (34) ku bi eslê xwe ji kurdên Bedlîsê ye, dema ku ji bo alîkariyê xwest serî li Qeymeqamtiya navçeya Şîşlî ya Stenbolê bide, hate derbkirin.

Denîz têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Di sala 1990’an de gundê me hate şewitandin. Ji ber vê jî em ji Bedlîsê koçberî Stenbolê bûn. Ji wê rojê heta niha ez di gelek karan de xebitîm. Li gel hevjîna xwe ez li Ferîkoy a Şîşliyê dijîm. Herî dawî di febrîqeyeke tekstîlê de dixebitiyam. Lê ji ber şewba koronayê wekî gelek kesan ez jî ji kar hatim derxistin. Di vê pêvajoyê de jî min nekarî kîreya xaniyê xwe bidim.”

‘Qeymeqamtiyê henekên xwe bi min kirin’

Di berdewamê de jî Denîz ev tişt anî ziman: “Hefteyek berê xwediyê malê kirêya xwe xwest û got; ‘Heke tu kirêya xwe nedî ji malê derkeve.’ Li ser vê yekê ez jî ji bo alîkariyê ji ewil çûm cem keyayê taxê. Wî jî ez şandim Qeymeqamtiya Şîşliyê. Min rewşa xwe ji kesekî bi navê Mehmet ku xwe weke şêwirmendê qeymeqam dida naskirin re vegot. Min jê re got; ‘Kirêya xaniyê min a mehane hezar û 200 lîreye û ev 4 meh in min kirêya xwe nedaye. Gelo hûn dikarin bidin?’ Ji min re got tenê dikarin kirêya 2 mehan bidin. Hejmara hesaba min xwest û min jî dayê. Di 5’ê hezîranê de peyama ku pere hatiye razandin ji min re hat. Dema ez çûm benqeyê jî weke ku henekê xwe bi min bikin, min dît ku tenê 400 lîre hatine şandin.”

Rastî êrîşê hat

Denîz da zanîn ku ji bo vê rewşê vebêje careke din çûye qeymeqamtiyê û wiha pê de çû: “Careke din bi Mehmet re axivîm. Ji min re got; ‘Ma em mecbûrin pere bidin te? Tu ji ku hatibî careke din vegere wir. Kurdek ji Bedlîsê hatiye û dixwaze li Nîşantaşiyê bijî. Vegere gundê xwe. Ma jiyana li Nîşantaşiyê ji te re maye? Em ê çima pereyan bidin te?’ Dema min bersiv dayê jî di navbera me de nîqaş derket. Pal da min û hewl da li min bixe. Piştre bangî du xebatkarên ewlehiyê kir û wan jî heta asansorê li min xistin. Di nava asansorê de jî kesekî din jî hat û 3 kesan bi hev re li min xist.”

‘Polîs jî xemsar nêz bûn’

Denîz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştre derxistin derveyî avahiya qeymeqamtiyê. Ez jî çûm Navenda Qereqola Fulyayê. Lê belê polîs jî xemsar nêz bûn. Piştre ez birim nexweşxaneyê û hatim dermankirin. Lê ji ber ku rewşa min nebaş bû, min raporê derbkirinê nedît. Bi min re tune ye. Piştî ku hinek baş bûm jî çûm cem parêzer. Yên ku unîformayên dewletê li xwe kirin li min xistin. Ez vê qebûl nakim. Dewlet li şûna ku alîkariyê bide min, li min xistin. Di hêla madî û manewî de têk çûme. Nizanim bê ka dê çi bikim.”

Serlêdana sûc

Denîz li gel parêzera xwe Eren Keskîn der barê Qeymeqamtiya Şîşliyê de li Edliyeya Stenbolê serlêdana sûc kir. Têkildarî mijarê qeymeqamtiyê jî îdia kir agahiyeke têkildarî mijarê li ber destê wan nîne. Ji bilî yekeya hiqûqê, tu yekeyên qeymeqamtiyê têkildarî mijarê agahî nedan rojnamegeran.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar