Navenda Nûçeyan |
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li herêmên Bab, Mare û Efrînê yên li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 1’ê hezîranê de li herêma Babê li dijî çeteyên artêşa tirk çalakiyeke sekvaniyê kir û çeteyek hate kuştin. HRE’yê daxuyand ku di heman rojê de hêzên wan li dijî benda kontrolê ya girêdayî Babê çalakiyeke serdagirtinê kir û di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Bi domdarî jî HRE’yê diyar kir ku hêzên wan li herêma Mareyê çalakiyeke sekvanî kir û di çalakiyê de çeteyek hate kuştin. Daxuyaniya HRE’yê wiha dom kir: “Hêzên me li gundê Basûtê yê Şêrawa ya Efrînê li dijî çeteyan çalakiyek kir û di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 4 çete birîndar bûn. Di 4’ê hezîranê de jî hêzên me li herêma Mareyê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiya sekvaniyê kir û çeteyek hate kuştin.”