Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dê Pêngava Tolhildanê ya Qasim Engîn bê destpêkirin’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan got şehîdbûna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn bûye sedema êş û hêrseke mezin û got, bi pêngava tolhildanê ya ku wê bi navê wî dest pê bike, wê ji pergala qirker hesab were pirsîn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan derheqê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn ji Medya Haber TV’yê re axivî.

Axaftina Duran Kalkan wiha ye:

“Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û yek ji fermandarê HPG’ê hevrê Qasim Engîn ku  endamtiya Konseya Rêveber a KCK’ê dikir, di êrîşeke faşîst, bi alçaxî ya dijminê qirker de me şehîd daye. Bêguman êş û hêrsa tevgera me û gelê me mezin e. Di serî de ya Rêber Apo, hemû hevrêyan, malbata şehîd, êşa hemû gelê me par ve dikim.

Bîranîna hevrê  Qasim Engîn her demê wê bijî, armancên wî bi mîsogerî wê werin pêkanîn. Divê em hemû vî milîtanê fedayî ku temenê xwe dayî azadiya gelê kurd û mirovahiyê baş fêhm bikin û lê xwedî derkevin. Ên ku nas dikin, hemû baş dizanin; hevrê Qasim Engîn milîtanekî fedayî bû ku jiyana xwe dabû têkoşîna azadiyê. Ew şervanekî azadiyê û fermandarê gerîla bû. Ew rêberekî gel bû, yekî propagandîst û ajîtator bû, ew hunermend bû, sporvanekî serkeftî bû. Ew milîtanekî şoreşger bû ku her demê hazir bû her peywirê bi cih bîne.

Hêj di temenê zarokatiyê ji welatê xwe qut bû

Hê bi zaroktî ji welatê xwe û gelê xwe qut bû û ew birin Ewropayê. Bi malbata xwe bêgav hatin hiştin ku li xerîbiyê sirgûn bibin. Lê hevrê Qasim Engîn piştî ku ramanên azadiyê yê Rêber Apo nas dike hê bi ciwantî, hemû derfetên madî yên modernîteya kapîtalîst ku dihate wateya koletiyê red kir û ber bi welatê xwe ve yê ku li benda rizgariyê bû, bazda.

Xwe gihande Rêber Apo, têkoşîna azadiyê, gerîla, gelê kurd û çiyayên Kurdistanê. Ji Amanosan heta bi Botanê, ji Zagrosan heta bi Behdînan, ji Rojava heta bi Rojhilat, pê li axa çar parçeyên Kurdistanê kir. Li ser şopa Bêrîvanan, Erdal, Huseyîn, Çelebî, Nûcan û Şêxoyan meşî û bû hevrêyên wan.

35 salên jiyana xwe da têkoşîna azadiyê

Her roj bi tempoya xebatê ya 20 saetan bi tarz û tempoya ku Rêber Apo dixwest, bi rastî jî xwedî rekorekî bû. Tu caran ranewestiye, newestiya, off nebû, negot nikarim bikim. Ti zehmetî û bend yek kêliyê jî hevrê Qasim Engîn ji doz û têkoşîna azadiyê dûr nexist. Her demê li ser rûyê wî ken, di mêjiyê wî de hêvî û di dilê wî de baweriya azadiyê tije bû. Tu zor û zehmetî û astengî têkoşîna li azadiyê û demokrasiyê qels nekir, xurtir kir, bêhtir bi çalakî tev li têkoşînê bû. Bi vî rengî hemû temenê xwe, 35 salên jiyana xwe ya bi bîrewerî da têkoşîna azadiyê, demokratîkkirina gelên Rojhilata Navîn û rizgariya mirovahiyê.

Li ser şopa Rêbertî û şehîdên leheng, tim xeta serkeftinê da ber xwe. Tim bû hevrêyekî jidil ku tim çavê mirov lê digeriya, mirov dixwest li gel wî têbikoşe. Bi zarokan re, ciwanan re, bi kalan, jin, mêran re bû hevrê. Bi kelecanî, coşî û moralekê ji perwerdehiyê heta bi rêveberiyê, heta bi xebata gel her cure peywir û berpiryarî bi cih anî. Bû navê ku di xeta Apoyî de dimeşî, bû navê berxwedanê ya li dijî her cure basîtbûn, pasîfbûn, teslîmbûn û îxanetê, her demê bû navê meşa bi coşiya mezin.

Bi moral û coşeke mezin têkoşiya

Xebata ku nofek mirov bi kedeke mezin dikare pêk bîne bi serê xwe, bi hilberandinî û afirandina xwe bi tena serê xwe pêk dianî. Bi serê xwe weke artêşekê bû. Li dijî tecrîda li ser Îmraliyê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û li dijî her cure nokerî û paşverûtiyê bû navê giyanê geşkirina pêngava şoreşger, bû bîrewerî û vîna vê, li her devera ku lê bi moral û coşeke mezin, bi dilêrî têkoşiya. Bi vî rengî bû milîtanekî Apoyî, bû hevrêyê şehîdên leheng, rêberê azadiyê yê gelê kurd.

Hêzên faşîst, mêtinger, qirker bi êrîşeke bi alçaxî hevrêyekî wiha mezin ê şoreşger, şervanê azadiyê, rêberê gel, milîtanekî Apoyî, kedkarê partiya me qetil kirin. Bi vê, Xwedêgiravî armanc dikin ku pêşengiya partiya me, îmha û tasfiye bikin, gelê me ji têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dûr bigirin, kurdan qir bikin lê divê vê baş bizanin, şaş in, hem jî şaşitiyeke mezin e. Bi pêşengiya hevrê Qasim Engîn, gelê me yê ku li ser xeta Apoyî gihayî hev, bi pêngava şoreşger a tolhildanê ya ku wê gelê me, gerîlayên me, hemû hêzên demokratîk, şoreşger ên tevgerên me yên jin û ciwanan wê pergala qirker a faşîst hilweşînin. Hevrê Qasim ji têkoşîna pratîk bêhtir, bi şehîdbûna xwe wê pêşengiya pêngaveke wiha ya azadiyê, pêşengiya tolhildana şoreşger bike. Wê bibe giyan, vîn, bîrewerî, îdia û rêveberê pêngaveke wiha.

Qirkerên faşîst dê biçin ser sergoya dîrokê

Bi pêngaveke wiha re wê faşîzma AKP-MHP’ê bi erdê re bibe yek, gelên me bi mîsogerî dê bi ser bikevin. Hêzên faşîst ên qirker divê vê baş bizanin ku ne dê bikarin PKK’ê biqedînin, ne dê bikarin gerîla bînin halekî wiha ku nikaribin li ber xwe bidin, ne dê bikarin gelê kurd ji têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dûr bigirin, ne jî dê bikarin mirovahiya azad, hêzên şoreşger û demokrat, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê dûr bigirin ku bigihin têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya gelê kurd. Çawa ku di her şehîdbûnê de dibe, şehîdbûna hevrê Qasim Engîn jî dê hemû hevrêyan, milîtanên partiyê, hêzên me yên gerîla, ciwan û jinan, hemû gelê me zêdetir perwerde bike, hêrsa wan mezintir bike, hişê wan zêdetir veke, baweriya wan mezintir bike. Ji bo tola hevrê Qasim hilînin, tola hemû şehîdên me hilînin, dê bi rengekî hê xurtir û serkeftî rê ve bibin. Ji vê ti şik û gumana me nîne. Bila ti şik û gumana kesî jî nebe. Faşîzma AKP-MHP’ê, hêzên qirker ên faşîst çi dikin bila bikin, çi qasî zilmê jî bikin, xwînê birijînin, mirovan bigirin, dê ti caran bi ser nekevin. Ne efendiyê wan wan hêzên modernîteya kapîtalîst, ne îxaneta hevkar a noker wê nikaribin wan xilas bikin. Qirkerên faşîst, pergal wê di xwînê de ya ku rijandiye, wê di êşan de, ku bûye sedem biçe ser sergoya dîrokê.

Hevrê Engîn ala azadiyê emanetî gelên me û mirovahiyê kir

Hevrê Qasim Engîn bi meşa azadiyê ya mezin a 35 salan, peywirên xwe yên şoreşger bi cih aniye, alaya azadî û demokrasiyê tim li jor hiştiye, nirxên mezin ava kiriye. Ev rêya pîroz, ev têkoşîna mezin, alaya azadiyê, emenatî me, hêzên me yên gerîla, jinan, ciwanan, karkeran, kedkaran, gelê me yê welatparêz, gelan û mirovahiyê kiriye.

Bila bi rehetî binive, ev alaya ku bi şerefê rakiriye, li nav destên ku emanatî wan kiriye her demê wê were bilindkirin. Her demê wê bêhtir were bilindkirin. Hevrêyên wî, pêşengiya partiya me, hêzên me yên gerîla yên leheng, jin û ciwan, karker û kedkar, hemû gel, li ser hîmê ronîkirinê yê şehîdbûna hevrê Qasim, wê zêdetir li têkoşîna azadiyê asê bibin. Gerîla wê zêdetir şer bikin, ciwan wê zêdetir ber bi eniyê ve bibezin, jin bi daxwaza azadiyê wê bêhtir derkevin kuçe û kolanan, gelê me li her deverê wê têkoşînê zêdetir geş bikin. Wê gelan, mirovahiyê bêhtir ber bi doza me ya azadiyê ve bikişîne. Wê rewşenbîrên kurd, bîreweriya azadiyê, hunermendên kurd, çanda azadiyê û kurdan, tevgera çandî ya şoreşger zêdetir xurt bike. Li her qadê wê têkoşîna me ya azadiyê zêdetir geş bibe.

Tolhildana hevrê Qasim Engîn dê bi rengekî xurtir bê hilanîn

Tolhildana hevrê Qasim Engîn bi têkoşîneke wiha wê bi rengekî xurtir bi mîsogerî bi rengekî xurt were hilanîn. Wê hesabê zilm, xwîna ku rijandine ji kujerên qirker were pirsîn. Jixwe duh jî ev hate pirsîn, îro jî tê prisîn, sibe jî wê were pirsîn. Di serî de hêzên me yên gerîla yên leheng, Tevgera me ya Azadiyê, dli ser xeta azadiyê ya Rêber Apo û li ser şopa şehîdên leheng wê bi rengekî hê xurtir bimeşin, wê derba kuştinê ya dîrokî li hişmendî û siyaseta faşîst a qirker bixin.

Ez bang li ciwanên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û nexasim ên li derveyî Kurdistanê dikim ku şoreşgerê ciwanan hevrê Qasim Engîn, rastiya wî fêhm bikin, bi vê bingehê xwe perwerde bikin, di serî de nav qadên gerîla, bi rengekî xurtir tev li nav têkoşîna me ya azadiyê bibin, şerekî mezintir bikin û serkeftinên mezin bi dest ve bînin. Di serî de jin, ez bang li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dikim ku rastiya hevrê Qasim Engîn rast fêhm bikin, li her qadê xwedî li vî zarokê xwe yê hêja derkevin, têkoşîna me ya azadiyê ku pêşbîniya wî dike ku bîranîna wî bide jiyîn û armanca wî bi ser bixe xurtir bikin, derkevin kuçe û kolanan, ji bo biserxistina xeta rêbertî û şehîdan her tiştên xwe deynin holê.

Pêngava Tolhildanê ya Qasim Engîn

Ez bawer dikim di pêvajoya pêş de dê Pêngava Tolhildanê ya Qasim Engîn pêk were. Di serî de partî û pêşengiya gerîla, hemû ciwan û jin, gelê me yê welatparêz û dostên me, hemû hêzên demokratîk ji bo Pêngava Şoreşger a Qasim Engîn bi ser bixin li hemû qadan wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin, têkoşîna azadiyê ya mezin ku wan bavêjin ser sergoyê bi mîsogerî pêk bînin. Bi pêngaveke wiha wê faşîzm were hilweşand, em ê bi ser bikevin, gelê me dê bi ser bikeve.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar