Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Demîrtaş: HPD’ê bi tu awayî bi CHP û ÎYÎ Partiyê re tifaq nekiriye

Navenda Nûçeyan |

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê mijdara sala 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin, têkildarî nîqaşên ser Tifaqa Mîllet re li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir.

Peyama Demîrtaş wiha ne:

“* Merhaba hevalên hêja. Rêveberên partiya me her tim di asta herî jor de banga tifaqa demokrasiyê dikin. Lê belê bi israr van bangan berevajî dikin. Lewre divê em vê mijarê zelal bikin.

* Di hilbijartinên herêmî de HDP’ê ne bi veşarî û ne jî bi vekirî, bi CHP û ÎYÎ Partiyê re tu tifaq nekirine. Tenê ji bo pêşveçûna demokrasiyê, bi awayeke yekalî biryar da ku li hinek bajarên mezin piştgiriyê bide namzetên CHP’ê.

* Ji bilî vê, li hemû herêmên hilbijartinê di serî de CHP û ÎYÎ Partî, li hemberî hemû partiyan bi namzetên xwe kete pêşbirka hilbijartinê. HDP parçeyeke Tifaqa Mîllet nîne.

* Banga tifaqa demokrasiyê ya HDP’ê ne banga tifaqa hilbijartinê ye. Li dora rêgezên demokrasiyê, banga aqileke hevpar a ji bo pêşerojeke zelal e.

* Tundî jî di nav de, HDP ji bo ku hemû pirsgirêk bi rêya siyaset û rêbazên aştiyane bên çareserkirin, heye. Ji pirsgirêka kurd heta ya aboriyê, ji pirsgirêka bêedaletiyê heta ya bêhêvîtî û cihêkariyê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan vê bangê dike.

* HDP tenê hêza xwe ji gel digire û hesabê jî tenê dide gel. Lewre bi van zext û êrîşan hûn ê nekarin HDP’ê paşve bixin. Li şûna ku hûn HDP’ê weke ‘dijmin’ bibînin, heke hûn hewl bidin bi HDP’ê re diyalogê pêş bixin, ev yek dê ji bo temamiya Tirkiyeyê baştir bibe.

* Her wiha divê em jî ji dil kêmasî û xetayên xwe bibînin û di vê çarçoveyê de xwe, armancên xwe û pêşniyarên xwe bi zelalî ji hemû civakên Tirkiyeyê re vebêjin. Ji her kesî re silav û hezkirinên xwe dişînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar