Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Windakirina mirovan sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Navenda Nûçeyan |

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ên Amed û Îzmîrê di vê hefteyê de jî ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan çalakî li dar xistin.

Di hefteya 794’emîn de Dayikên Şemiyê ji ber vîrûsa koronayê li ser medyaya civakî bi weşaneke zindî çalakî li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de dayikan aqûbeta Veysel Guney ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hate bidarvekirin û hê jî cihê gora wî nayê zanîn, pirsîn.

Ji ewil birayê Guney, Ayhan Guney axivî û wiha got: “Bi ser windakirina birayê min re ev 39 sal derbas bûn. Dayika min bi hesrata dîtina gora kekê min mir. Dayika min digot; ‘Min wêneyê Veysel li çavên xwe xêz kiriye, navê wî li zimanê xwe nivîsandiye û gora wî di dilê xwe de kola ye.’” Parêzerê Guney, Ercan Kenar jî têkildarî dosyayê agahî dan û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku di hiqûqa navxweyî de hemû serlêdanên me hatin redkirin, me dosya bir DMME’yê. Darizandina kujeran û xwestina lêborînê deynê dewletê ye.”

Serpêhatiya Yucel vegot

Dayika Şemiyê Yeter Yucel jî serpêhatiya Yucel xwend û wiha domand: “Veysel Guney di 28’ê kanûna sala 1980’an de li Dîlokê di serdegirtina malê de hate binçavkirin û bi qanûneke taybet hate bidarvekirin. Malbata Guney ji bo dîtina gora zarokê xwe bi salan têkoşiya lê nedît. Darvekirin, cînayet e. Windakirina cenazeyan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em edaletê dixwazin. Banga me ji bo meqamên edlî û îdarî ew e ku dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê berdin.”

Çalakiya Xizmên Windayan

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’, di hefteya 592’yan de li ser medyaya civakî daxuyanî da. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr daxuyanî xwend û serpêhatiya Ahmet Bulmuş ê di 1’ê nîsana 1994’an de li Cizîr a Şirnexê hatiye binçavkirin û windakirin parve kir.

Serpêhatiya Ahmet Durmuş

Demîr wiha domand: “Bi şewitandina gundê Hîsarê re malbata Bulmuş koçberî Cizîrê bû. Ahmet Bulmuş di nîsana 1994’an de dema ji bo çêkirina radyoyê diçe dikane hevalê xwe yê bi navê Beşîr ku li Kolana Mêrdînê bû, wesayîteke bi cureya Torosa Spî rê li ber girt. 3 kesên bi çek bi zorê Durmuş li wesayîtê siwar kirin û binçav kirin. Hevalê wî Beşîr jî dibe şahidê bûyerê. Çend roj piştre jî fermandarê cendirmeyan ê Cizîrê Cemal Temîzoz bi ser mala Durmuş de girt û lêgerîn kirin. Ji hevjîna Durmuş re jî gotin; ‘Hevjînê te dê çend roja bibe mêvanê me û piştre dê bê berdan.’ 3 roj piştre jî Fatmayê bi daxwaznameyekê serî li rayedaran dide. Lê hêj nehatiye bersivandin. Her wiha kesekî bi navê A. da zanîn ku di bin çavan de çavên Durmuş girtî bûn. Di sala 1996’an de jî di bîreke li Sîlopiyayê de cenazeyê 6-7 kesan hate dîtin. Serê yekî hatibû jêkirin. Fatimê ji cilên hevjînê xwe ew nas kir lê ji tirsan nekarî gilî bike.”

Çalakiya li Îzmîrê

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi heman boneyê çalakî li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta 6 gundiyên ku li gundê Pêspînê yê Silopiya ya Şirnexê hatine windakirin pirsîn. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay, nûnerên TUHAYDER, ESP û HDP’ê û gelek kes amade bûn. Daxuyanî ji hêla serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Prz. Zafer Încîn ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Welatiyên bi navên welatî Îbrahîm Akil, Şemdîn Culaz, Mehmet Salîh Demîrhan, Halît Ozdemîr, Hamdo Şîmşek, Abdurrahman Kayek û Hîkmet Şîmşek di 14’ê hezîrana sala 1993’yan de li bajaroka Bêspînê ji hêla leşkerên girêdayî Fermandariya Tugaya Sînor ku wê demê fermandarê wê Tuggeneral Mete Sayar bû hatin binçavkirin. Kayek piştre hate berdan lê 6 gundiyên din nehatin berdan. Hêj jî agahî jê nehatiye girtin. Têkildarî mijarê DMME’yê  mehkûmî 70 hezar euroyan kir. Bersûc Mete Sayar, fermandarê tabûrê serpêl Hasan Basrî Vural, fermandarê yekeyê tegmen Îbrahîm Kiraç, serbaz Mûrat Alî Yildiz, tegmen Serdar Tekîn û fermandarê tabûrê Tansel Erok jî ji dozê beraet kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar