Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Êdî xwedê jî nikare we xilas bike

Devleta tirk bi tevlêbûna nêzî 30 balafiran re di 15’ê hezîranê saet di 24.00’an de Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengal bombebaran kir. Ev yek jî bi raya giştî re weke serkeftinek û tişteke nû parve kir. Lê xuyaye ku serkeftineke sanal, pûç û vala ye. Şov û xwenîşandaneke.

Ji bo her kesên ku pêvajoyê hinek jinêzve dişopînin ev êrîş ne êrîşeke surprîz e. Çima? Ji ber ku desthilatiya faşîzma AKP û MHP hebûna xwe bi tunekirin û dagirkirina Kurdistanê ve girê daye. Kengî ber têkçûnê ve biçin û di nav xwede tengasiya bijîn, êrîşî ciheke din ê Kurdistanê dike û dixwaze têkçûna xwe, rizandina xwe, binkeftina xwe veşêre û careke din xwe bi vî rengî li ser pêyan bihêle. Dixwaze bi vî rengî hemû dengan bi fetisîne.

Di demên dawî de hem di nava hêzên dewletê de û hem jî di nava partiya AKP’ê de alozî, nakokî derketibûn asta herî jor. Du partî ji nava AKP’ê derketin û ev herdu partî hêdî hêdî di raya giştî de dengê xwe û rexneyên xwe zêde dikin. Tifaqa AKP-MHP’ê di hemû anketên dawî de diheliya. Li hemberî bloqa deshilatiya AKP-MHP’ê, bloqeke din ê dewletê hatiye avakirin. Weke din bloqa demokrasiyê ku HDP pêşengiyê jê re dike, li hemberî faşîzmê amedekariya têkoşînekê dikir. Ji ber vê yekê pêwîstiya wê bi êrîşeke wiha hebû. Lê ev lîstikeke kevne û êdî vê yekê hemû kes dibîne. Yên ku nebînin, kor in.

Xala duyemîn jî; di demên dawî de dewleta tirk li hemberî êrîşên gerîlayên PKK’ê di aliyê leşkerî de jî ketibû nava tengasiyê. Li hemberî teknînekeke ewqas mezin û xurt, gerîlayên PKK’ê di mehên dawî de çalakiyên pir bibandor pêk anîn. Vê yekê jî dewleta tirk şaş û fehş kir. Li gorî hesabê wan, gelek nikaribûn ji cihê xwe bi lepitiyana û xilasbûna. Jixwe wezareta parastinê ya dewleta tirk ev yek di daxuyaniya xwe de anîbû ziman. Di got; ‘Ji ber ku di demên dawî de êrîşên PKK’ê zêde bûbûn, me ev êrîş kir.’ Ev bi xwe jî îtîrafek bû.

Weke din di aliyê aboriyê de jî di dîroka komara tirk de qeyrana herî dijwar heye. Ewqas dijware ku her roj welatî ji bo ku birçî ne, întihar dikin. Di polîtîkayên derve de jî hemû plan û polîtîkayên wê têk çûne. Ji ber van sedeman; careke din dê êrîş bikira. Hakan Fîdan serdana hevalbendê xwe yê berê serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî kir. Bi awayeke veşartî jî bi gelek hêzan re hevdîtin kir. Di serî de DYA û hêzên din hatin qanihkirin û bi vî awayî êrîş hate kirin. Heke destûra DYA û dewleta Iraqê nebûya, dê nekariya êrîşeke bi vî rengî bikira.

Lê xwedê jî êdî nikare wan xilas bike. Çiqas êrîş dikin, berxwedan, serhildan û têkoşîn jî ewqas mezintir dibin. Kes paşve gav navêje. Dem dema pêşvegav avêtinê ye. Tenê gaveke ku pêşve tê avêtin dê bi xwe re mirina faşîzma AKP û MHP’ê bîne.

Nûçeyên Têkildar