Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Sancar: Li vî welatî pirsgirêka demokrasî, edalet û aştiyê heye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de Baroya Wanê ziyaret kir. Di serdanê de li gel Sancar, endam û rêveberên HDP’ê yên Navendî û parlamenterên HDP’ê jî amade bûn. Heyet ji aliyê Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar û rêveberiya baroyê ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de Mîthat Sancar axivî û wiha got: “Duh em ji Colemêrgê bi rê ketin. Em rastî gelek astengiyan hatin. Yek ji biryara me ew bû ku dê tu carî dest ji mafên xwe yên demokratîk û rewa bernedin. Em ne rê li ber aloziyê vedikin û ne jî jê re hincetan çê dikin. Erka dewlet û hikûmetê jî ew e ku mafên rewa û zagonî biparêze. Lê li şûna vê, mafên me tên astengkirin. Em nayên lîstikan.”

Pirsgirêka edaletê ya hemû

Bi domdarî jî Sancar ev tişt anî ziman: “Li vî welatî pirsgirêka demokrasî, edalet û aştiyê heye. Em dikarin van pirsgirêkan bi hevre çareser bikin. Armanca meşa me jî ev e. Hemû derdorên demokrasîxwaz divê tev li meşê bibin. Divê her kes li gorî hêza xwe piştgiriyê bide meşê. Divê hemû derdorên aştîxwaz û demokrasîxwaz divê gazincên xwe bi dengekî bilind bînin ziman. Di meşê de em ê biçin serdana hemû sazî û rêxistinên demokratîk. Demokrasî û edalet pirsgirêka me hemûyan e.”

Amadekariyên ji bo baroyan

Sancar bal kişand ser rol û mîsyona baroyan û wiha pê de çû: “Bi amadekariyên nû re dixwazin baroyan bê rol û bê mîsyon bihêlin. Dixwazin baro, TTB, TMMOB û rêxistinên muxalif ji cewherê wan dûr bixin. Ji roja ku AKP bûye îktîdar heta niha dixwaze van rêxistinan bixe bin kontrola xwe. Lê têk diçe. Darbe tenê bi tang û topan nayê kirin, desteserkirina vîna gel jî darbe ye. Em jî li dîjî vê têdikoşin.”

Çalakiya rojiya mirinê

Herî dawî jî Sancar wiha got: “Di demên dawî de di mijara daraza serbixwe û bi edalet de pirsgirêk hene. Serokê AYM’ê jî wê rojê di civîna endamekî de aşkera kir. Bi rastî jî êdî daraz ne daraz e. Stûyê xwe li ber îktîdarê xwar dike. Parêzerên ÇHD’î bi operasyonekê binçav kirin û piştre jî girtin. Niha jî ji bo darizandineke biedalet dest bi rojiya mirinê kirin. Rewşa wan her ku diçe xera dibe. Daxwaza wan pir hêsan e. Daxwaza wan, daxwaza hemû kesî ye. Banga min ji hikûmet û wezareta dadê ew e ku bihestiyar tev bigerin.”  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar