Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Kurd bi yekitiya xwe dikarin hemû êrîşan têk bibin’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a (DBP) Saliha Aydenîz têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê ji MA’yê re axivî.

Saliha Aydenîz diyar kir ku dewleta tirk di polîtîkaya dijminantiya li dijî kurdan de bi israr e û wiha got: “Her tişt ji tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan dest pê dike. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina hemû civakê ye.”

Darbeya siyasî û êrîşên li dijî kurdan

Aydenîz bi domdarî bi bîr xist ku dîroka komara tirk bi darbeyan tije ye û wiha pê de çû: “Niha jî darbeya siyasî di meriyetê de ye. Li hêlekê darbeya siyasî û desteserkirina vîna gel heye, li hêla din jî Tirkiye êrîşî Rojava, Şengal, Mexmûr û Qendîlê dike. Hewl dide van herêman dagir bike. Ev yek dijminatiya li dijî kurdan e.”

‘Herêmên sivîlan hedef hatin girtin’

Di berdewamê de jî Aydenîz got ku dewleta tirk di êrîşa li dijî Başûr de sivîl hedef girtin û wiha domand: “Di êrîşên li dijî kurdan bêperwa ne. Li her deverekî nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan heman e. Bi êrîşên dawî yên li dijî Mexmûr, Şengal û Qendîlê re xuya bû ku îktîdar nikare welat birêve bibe. Li dijî van zext û zordariyan têkoşîna me jî dê bidome.”

Girîngiya yekitiya neteweyî

Herî dawî jî Saliha Aydenîz wiha got: “Kurd li kîjan deverê xwedî deskeftiyekî be, Tirkiye êrîşî wir dike. Ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan jî hewcehî bi yekitiya neteweyî heye. Li dijî êrîşan bersiva herî xurt ev e. Heke ku li her çar parçeyan yekitî çênebe, dê ev êrîş zêdetir bibin û destkeftiyên me têk biçin. Banga DBP’ê ya ji bo hemû kurdan ew e ku bibin yek û li dijî êrîşan bisekinin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar