Dewleta tirk di şeva 15’ê hezîranê saet di 24.00’an de bi balafirên şer êrîşî Wargeha Mexmûrê, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Di êrîşa dewleta tirk de li Şengalê sivîl û 4 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn. HPG’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşê de tiştek bi hêzên wan nehatiye. Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd ji ANHA’yê bi Azad Sefo re axivî.
Bedran Çiya Kurd ji ewil êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Ev êrîş xelekeke ji rêzekomkujiyên dewleta tirk ên li dijî gelê me û gelên herêmê ye. Êrîş di salvegera qirkirina 1915’an a li dijî pêkhateyên ermen, suryan û asur de çêbû. Tirkiye mîrasgirê siyaseta osmanî ya qirkirin, hovîtî û lîstina bi cenazayan e. Lê bi rêbazên hovanetir vê siyasetê didomîne. Dixwaze berxwedan û muxalefetê ji kokê ve tune bike.”
‘Hewl didin aloziyên xwe binixumînin’
Bi domdarî jî Kurd ev tişt anî ziman: “Aloziyeke kûr a navxweyî, siyasî û aborî li Tirkiyeyê heye û êrîş di vê demê de çêbû. Ji ber Lîbya, Sûriye û rojhilatê Deryayê Spî jî têkiliyên wê yên bi hêzên navdewletî re jî bi aloz in. Bi êrîşên xwe yên li dijî kurdan re dixwaze van aloziyan binuxumîne. Ev xwezeya rejîmên faşîst e.”
‘Divê gelê ereb li dijî Tirkiyeyê rabe serhildanê’
Kurd diyar kir ku bombebarankirina Wargeha Mexmûrê li dijî pîvanên mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Hêj birînên Şengalê yên ji ber DAIŞ’ê nekewiyan e. Êrîşên Tirkiyeyê berdewamiya qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî êzdiyan e. Tirkiye hewl dide ji bo şerê li dijî kurdan, welatên cîran veguherîne qadên şer. Ji bo pêkanîna xeyalên osmanî jî gelê herêmê û ciwanan bi kar tîne. Divê gelên herêmê û dewletên ereb li dijî van projeyên dewleta tirk têbikoşin û rê li ber dagirkeriya wê bigirin. Çawa ku gelê ereb di sala 1918’an de bi serhildana xwe osmanî ji tevahiya welatên ereb derxistin, divê niha jî li Sûriye, Iraq, Qeter, Somalî, Tunis, Lubnan û Misrê li dijî Tirkiyeyê serî hildin.”
‘Li dijî rejîma faşîst hewcehî bi yekitiyê heye’
Bedran Çiya Kurd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye bi êrîş û mudaxaleyên xwe ewlehiya cîhan û herêmê xera dike. Ji bo vê êrîşkariya xwe jî endamtiya xwe ya NATO’yê bi kar tîne. Banga me ji bo NATO’yê ew e ku li dijî siyasetên Tirkiyeyê ya li dijî kurdan û gelên herêmê bisekinin. Heke ne wisa, naxwe ew jî hevkarên sûcên Tirkiyeyê ne. Divê rêxistinên navdewletî sûcên dewleta tirk bidarizînin. Li dijî vê rejîma faşîst a tirk, ji bilî mezinkirina têkoşîn û berxwedanê tu rêyên din li pêşiya gelên Kurdistanê nînin. Li dijî vê rejîmê divê aliyên kurd jî bibin yek.” QAMIŞLO