Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PYNK û ENKS’ê derbarê yekitiyê de daxuyaniyeke hevpar dan

Navenda Nûçeyan |

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) bi amadebûna şandeyên ji her du aliyan, tevî Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî û nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê William Robak derbarê hevdîtinên avakirina yekitiyê de daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qonaxa yekemîn a diyalogên yekitiyê bi dawî bûye û gihaştine nêrîneke siyasî ya hevpar û hate diyarkirin ku dê diyalog li ser bingeha Peymana Duhokê berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî were îmzekirin.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“Di 16’ê Hezîranê de şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Duhokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de, wê peymaneke giştî di pêşeroja nêz de îmze bikin.

Her du şandeyan tekezî bi hevkarî û yekitiya kurdî li Sûriyeyê kir û ev gav weke gaveke dîrokî ya girîng ber bi lihevkirineke mezintir û hevkariyeke pratîk di berjewendiyên gelê kurd li Sûriyeyê û hemû pêkhateyên Sûriyeyê de pêşwazî kirin.

Her du şandeyan ev xebat oxirî cangoriyên mezin ên ciwan û keçên Sûriyeyê û bi taybet şehîd û birîndarên rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kirin ku jiyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet ji bo parastina cîhanê ji sitemkariya DAIŞ’ê.

Ev lihevkirin wek gava yekemîn a girîng e ku em bi sponseriya cîgirê şandeyê amerîkî yê taybet ji Koalîsyona Navneteweyî re balyoz William Robak û fermandarê gîştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) general Mezlûm Ebdî de gihîştinê.

Her du şande, ji bo însiyatîfa wî ya yekkirina rêza kurdî li Sûriyeyê general Mezlûm Ebdî bi rêzdarî spas dikin û ji bo destek û keda wan a di yekkirina rêza kurdî de rêzdar serok Masûd Barzanî û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin. Her wiha ji bo sponserî û desteka wan a bihêz ji bo yekrêziya kurdan û piştgiriya wan ji mîsogerkirina pêşerojeke demokrat û piralî li Sûriyeyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin, dewleta Amerîkayê spas dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar