Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jina ku bi çalakiya xwe bû ronahî; Sema Yuce

 

Navenda Nûçeyan |

Agir di nava her civakan de xwedî wateyeke cuda ye. Lê ji bo gelê kurd bi taybetî jî ji bo jinên kurd afirandina jiyaneke nû û azad e. Gelek jinên kurd bi rêya agir ji civaka xwe re bûne ronî û pêşeng. Yek ji wan jinan ku bi agirê bedana xwe bûye pêşeng Sema Yuce ye. Agirê ku di bedena Yuce de bilind dibû ji bo jinên kurd tu carî nehat wateya tunebûnê. Berevajo ji bo jinan bû afirandina jiyaneke azad e.

Sema Yuce di sala 1971’an de li Tûtaka Agiriyê di nav malbateke welatparêz de tê dinê. Yuce di sala 1991’an de li Zanîngeha Enqereyê Tevgera Azadiyê nas dike û di heman salê de li Mêrdînê tev li partiyê dibe. Wekî her jina qehreman ku beriya wê tev li partiyê bûbûn û bi çalakiyên xwe yên mezin ji jinên kurd re bûbûn mînak, ne xwedî zanebûneke mezin bû. Lê di nav lêgerîna heqîqetê de bû. Jixwe ev lêgerîn wekî her jinên kurd ku ji gelê xwe re bûne mînak, wê gihand tevgera azadiyê. Yuce piştî perwerde dîtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1992’yan de bi komeke hevalên xwe berê xwe dide Eyaleta Serhedê. Bi vî awayî Yuce cara yekem bi awayekî fermî ji aliyê tevgera azadiyê ve tê peywirdarkirin. Sema Yuce di peywira xwe de serkeftiye, bi taybetî nêzîkatiya wê ya li hemberî gel erênî ye. Yuce piştî peywira xwe ya li Serhedê berê xwe dide bajarê Agiriyê lê piştî demeke kurt di encama îxbarekê de ji aliyê dijmin ve tê girtin. Dema tê girtin li ser wê çek tunebû û vê rewşê wê ew pir xemgîn dike. Ji ber ku ji bo jineke kurd tişta herî xembar bêyî li hemberî dijmin li ber xwe bide, bê girtin e.

Yuce dema tê girtin û ji ber ku jin e, dijmin bawer dikir ku di demeke nêz de dê wê bide axaftin lê li gel hemû hewldanên dijmin jî Yuce bi tu awayî naaxive. Sedema vê yekê jî ji ber ku Yuce pîvana berxwedana partiyê girtibû û ev pîvana partiyê bi giyana xwe re kiribû yek. Ji ber vê yekê dijmin nikaribû wê axaftin.

 

Sema Yuce piştî lêpirsîneke dirêj derdikeve pêşberî dozgeriyê û tê girtin. Lê tu tişt ne xema Yuce bû, ji ber bi tu awayî dijmin agahiyeke biçûk jî jê negirtibû û bi vê yekê serbilind bû. Di dema pêvajoya darizandinê de jî bi serbilindiyeke mezin têkoşîna Tevgera Azadiyê diparêze û parastina siyasî dike.

Lê belê dema Yuce tê girtin jî her tim di nav fikra ku ez ê bi kîjan çalakiyê ji jinan û gelê xwe re bibim mînak, de bû. Yuce beriya ku çalakiya xwe ya fedaî pêk bîne hemû nirxên ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine difikire.  Difikire ku bi çalakiyeke çawa ji gelê xwe re, ji hemû nirxên ku bi çalakiyên mezin bûne mînak, bibe bersiv. Beriya pêkanîna çalakiya xwe Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanê difikire. Ne tenê jinên kurd çalakî û têkoşîna jinên cîhanê jî difikire lê herî zêde Zîlan difikire. Gotinên Zîlan ku beriya pêkanîna çalakiya xwe ya fedaî di nameya xwe ya ku li du xwe hiştibû difikirî. Dixwest wekî çalakiya Zîlan hemû polîtîkayên qirêj ên dewletê re bibe bersiv, dixwest wekî çalakiya Zîlan ji jinan re bibe bersiv û bibe çirûska gihiştina heqîqetê.

Ji ber vê Yuce her tim digot ‘ez ê bi çalakiya xwe bibim Zîlan û Mazlûm.’ Sema Yuce piştî fikrandineke dirêj di 21’ê Adarê 1998’an de li girtîgeha Çanakkaleyê çalakiya xwe pêk tîne. Sema di nameya ku li du xwe dihêlê de hemû şehîdên Kurdistanê û Rêbertî silav dike û bi vî awayî bang li dijmin dike: “Êdî dawî ji zilm û qetlîamên xwe bînin. Hûn nikarin vî gelî têk bibin. Ez vê çalakiya xwe ji bo protestokirina polîtîkayên we yên qetlîmager, pêk tînim. 21’ê Adarê hin geştir bibe û dê hîn zêdetir li Kurdistanê bê pîrozkirin…”

Tabî Yuce di vê çalakiya xwe ya fedaî de nagihêje şehadetê û bi giranî birîndar dibe. Lê ji ber vê yekê pir xemgîn dibe. Ji ber armanca wê ya vê çalakiyê gihiştina Zîlan bû. Yuce di têkoşîna xwe ya sê mehan de, di her stendina nefasa xwe de her tim digot ‘Ez dixwazim biçim bihûşta ku ji aliyê heval Zîlan ve hatiye afirandin.’ Wesiyeta Sema a herî girîng jî ‘Dema ez bigihîjim şehadetê min bibin gund û li kêleka kalê min û rêhevalên min binax bikin’ bû û piştî sê mehan di 17’ê hezîrana 1998’an de digihêje şehadetê.

A rast di çalakiya heval Sema de çalakiya hemû keç û xortên kurd ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, heye. Ji ber Sema di her kêliya çalakiya xwe de û heta gihiştina şehadetê hemû çalakiyên ku beriya wê hatibûn kirin, difikirîn û dixwest bigihêje wan hevalan û wekî wan di nav gelê xwe de bi taybetî di nav jinên kurd de bibe nemir.

Di roja me ya îro de daxwaza Sema Yuce ku dixwest di nav jinên kurd de bibe nemir, pêk hat. Niha li her derê Kurdistanê bi taybetî jî li rojavayê Kurdistanê jinên li her qadê jiyanê bi ruh û fikrên Sema Yuce ji bo afirandina jiyaneke azad li ber xwe didin. Niha jinên kurd bi têkoşînên xwe yên li her derê cîhanê hem ji çalakiya Sema Yuce re dibin bersiv, hem jî ji hemû jinên cîhanê re dibin mînak ku jiyaneke nû û azad pêkan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar