PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KCK: Divê Swêd bi awayekî fermî ji PKK’ê lêborînê bixwaze

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê û der barê girtina dosyeya lêpirsînê ya li ser cînayeta serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme de daxuyaniyên cuda da.

Di daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî êrîşên dewleta tirk hate gotin ku dewleta tirk bi van êrîşan careke din nîşan daye ku dijminê kurdên azad û xwedî îrade ye. KCK’ê diyar kir ku ji bo dewleta tirk ti ferq û cudahî di navbera gelê Şengalê, Mexmûr, HDP û gerîla de nîne. KCK’ê da zanîn ku dewleta tirk dixwaze netewetiya tirk a li ser qirkirina kurdan li her devera Kurdistanê belav bike.

Daxuyanî wiha dom kir: “Her hêza siyasî, derdor û kesên ku ev êrîş pejirandine, destek dane û ji nedîtî ve hatine, hevkarên vê qirkirinê ne. Ji qada hewayî ya herêmên êrîş lê hatiye kirin Hêzên Koalîsyonê yên bi serkêşiya DYA’yê û dewleta Iraqê berpirsyar in. Dewleta Iraqê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve di fermiyetê de yekser berpirsyar e, lewma bêhelwestiya li hemberî êrişê nîşan dide ku Iraqê êrîş pejirandiye. Hêzên koalîsyonê jî bi pejirandina van êrîşan re bûne hevkarê qirkirina kurdan. Tirkiye endamtiya xwe ya NATO’yê û têkiliyên xwe yên bi van welatan re ji bo qirkirina kurdan bi kar tîne.”

Têkildarî helwesta PDK û YNK jî KCK’ê ev tişt anî ziman: “PDK û YNK jî ji van êrîşan berpirsyar in. Dibe ku di fermiyetê de qada hewayî di kontrola hêzên Iraqê û koalîsyonê de be lê belê ev êrîş li ser qada hewayî ya Kurdistanê dibin, bi bikaranîna qada hewayî ya Kurdistanê tên kirin. Lewma ji aliyê siyasî û exlaqî ve berpirsyariya wan e ku li ber van êrîşan rabin. Bêdengiya wan, wan dike hevkarê van êrîşên qirkirinê. Destê wan jî tev li xwîna kurdan bûye. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê li ber van êrîşên qirker radibe û gelekî bi hêrs e. Helwesta gelê başûrê Kurdistanê, saziyên demokratîk, jin û ciwanên wê erênî ye. Dema ku ev helwest li dijî dagirkeriyê û êrîşan bêhtir xurt bû, hingî wê bibe hîmê bingehîn ê pêşîlêgirtina li van êrîşan. Em bang li kurdan, dostên kurdan, hêzên demokrasiyê dikin ku li ber van êrişên qirker mêtinger rabin, hêzên demokrasî û azadiyê biparêzin, ji bo hilweşandina sîstemên despotîk, qirker û paşverû yên li Rojhilata Navîn têkoşînê mezin bikin.”

Daxuyaniya ji bo dosyeya Palme

Di daxuyaniyê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku bi girtina dosyeya Olof Palme re, wekî cînayeteke kujerên wê nediyar kete dîrokê. KCK’ê ev yek weke belgeyeke şermê pênase kir û wiha domand: “Piştî cînayeta li ser Olof Palme, PKK hate sûcdarkirin û şopandin. Li hemû dinyayê li dijî PKK’ê kampanyayek hate kirin. Bi vê bûyerê re hewl hate dayîn PKK wisa nîşan bidin ku rêxistineke terorîst e û kesên demokrat dike hedef. Ev kampanya hate astekê gihişt hedefa xwe jî. Bi vî awayî ne bi tenê PKK, hemû kurd xistin bin tometê. Bi vî awayî xisarên mezin dan têkoşîna azadiyê ya gelê kurd.”

“Ji bo PKK li Tirkiyeyê dest bi têkoşîneke neteweyî ya rizgariyê neke ku Tirkiye çepereke pêş a NATO’yê ya li dijî Sowyetan e, bûyera kuştina Palme xistin stûyê PKK’ê. Ji ber ku xwestin Tirkiye qels nebe û ketin nav helwesteke li dijî PKK’ê. Cînayeta Palme jî ji aliyê yekîneyên gladyoya di nav rêxistina îstîxbaratê ya Swêdê de hatiye amadekirin. Ev îdia gelek caran hatibe diyarkirin jî li ser wê nehate sekinandin. Di dawiyê de jî dosye hate girtin. Girtina vê dosyeyê di serî de ji bo gelê Swêdê, ji bo demokrat û sosyalîstên wê jî helwesteke rûmetşikên e. Divê gelê Swêdê û demokrat vê rewşê qebûl nekin û ji bo ronîkirina vê cînayetê divê mudaxeleya pêwîst bikin.

Girtina dozê li hemberî gelê kurd jî tê wateya bêedaletî û bêhurmetiyê. Ji ber vê cînayetê gelê kurd bi salan di bin tometê de ma. Piştî cînayeta Palme PKK jî xistin lîsteya rêxistinên terorîst. Bûye tiştekî normal ku PKK wekî rêxistineke terorîst îlan bikin. Di vî warî de berpirsariyeke mezin a dewleta Swêdê heye ku dixwaze vê cînayetê têxe stûyê PKK’ê. Ji ber vê jî heta ji gelê kurd û PKK’ê lêborîn neyê xwestin nabe ku ev doz were girtin! Divê derkeve holê ku çawa xisar dane gelê kurd û têkoşîna azadiyê. Tu sûc ne bi qasî vî sûcî giran e ku xisarê bidin têkoşîna azadiyê ya gelekî û wekî kujer wê bidin nîşandan. Lêborînek jî nikare xisara gelê kurd bi paş ve bîne.

Divê dewleta Swêdê bi awayekî fermî lêborînê ji PKK’ê bixwaze û bibîne ku dema ev cînayet xistine stûyê PKK’ê xerabiyeke çiqasî mezin kirine. Em careke din cînayeta li ser Olof Palme şermezar dikin û em sozê didin ku bi ronîkirina cînayeta li ser wî em ê bersivê bidin qetilkirina wî. Em bang li gelê Swêdê, gelê kurd û demokratan dikin ku bila berpirsên vê cînayetê derxînin holê û em Olof Palme yê demokratîk û humanîst bi bîr tînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar