Ev cara duyemîn e ku ez li ser vê mijarê dinivîsinim. Bêguman ji ber girîngiya mijarê ye. Heke pêdivî pê hebe mirov dikare gelek caran jî binivîsine.
Ez bawer dikim mirov dikare bêje; afirînerê vê gotina YEKRÊZÎ, Rojava ye. Dibe ku li hinek cihên din jî hatibe bikaranîn lê bi piranî li Rojava tê bikaranîn.
Bi xwe kêfa min gelekî ji vê gotinê re hat. Ne bi tenê ji vê peyvê re, belê ji peyvên SÛRÎ-SÛRÎ re, her wiha ji peyva KURDÎ-KURDÎ re jî tê. Ev jî pir hêjane û cihê kêfxweşiyê ne.
Ez bawer dikim afirînerê van peyvan jî Rojava ye.
Bêguman ji peyvan bêhtir tijekirina naveroka van gotinan girîng e. Vaye me agahî û daxuyaniya duyemîn jî bihist û dît ku ji bo yekrêziya kurdî li Rojava gava duyemîn jî bi erênî hatiye avêtin.
Helbet ev cihê kêfxweşî û heta cihê mizgîniyê ye. Lê divê neyê jibîrkirin li ser dika ‘Rojava-Sûriye’ gelek gur û rovî hene! Min di nivîsa xwe ya yekemîn de jî hişyarî li ser vê mijarê kiribû û min daxwaziya xwe jî aşkera gotibû.
Dîtin û daxwaziya min bi kurt û kurmancî wiha bû: Xwezî em tevgêrên Kurdî-Kurdistanî xwe bi xwe li hev runiştina û me pirsgirêkên navbera xwe çareser kiribûna. Bi gotineke din; derdên xwe, birînên xwe, me xwe bi xwe derman bikirana. Yan jî bi gotina we ya delal û watedar ku we afirandiye bibêjim; ma em KURDÎ-KURDÎ li hev runiştiban û me bi zimanê xwe yê şêrîn li hev guhdar kiriba û ez hîn jî lê zêde bikim, me li bejn û bala hevdû ya kurdistanî jî temaşa kiriba û derdên xwe bi dermanê kurdistanî derman bikira gelo ew ê ne baştir bûya?
Bila ji van gotinan an dîtinan kes xelet û çewt û şaş tênegihên. An jî her kes bi kêfa xwe ye û azad e; bi çi awayî têdigihêjen ew dizanin. Ya girîng ew e ku em rast û cewherî têbigihên û naveroka van peyvên hêja rast bixin jiyanê!
Em dikarin careke din wê mijarê jî şîrove bikin. Ew hêz an dewletên ketine navbeynê yan dixwazin ev YEKRÊZÎ pêk bê, mirov weke zimanê dîplomatî bi tenê bêje; em pir spas dikin û mala wan ava be û hwd.
Li gorî min, ev şîrove yan spasî bi tenê bimîne, bi kêr ti tiştî nayê û ji xwe kesek û ti alî ji vêna bawer jî nakin. Ev gotinên glover, bi tenê dilxweşiyek li ser linga û wê gava kurt e.
Lê eger em ji bo dema dirêj li mijarê binêrin, divê herkes rast e rast û bi cewherê xwe were ser masa siyasî û bazara xwe jî, wisa zelal ji hev re bidin diyarkirin. Wê gavê ji ber ku bingeha wê xurt û rast dibe, ew hewldana ji bo YEKRÊZIYÊ jî watedartir dibe. Wê wextê ev kar û xebat û hewldan, ew ê nebe ya gavekê, nebe demkî, ew ê bibe demdirêj û encamgir.
Em dikarin bi nav jî bikin ne eyb e û ne jî şer me. Ne rûs, ne Amerîka, ne Fransa û ne jî filan dewlet-bêvan dewlet, eger berjewendiyên wan têde nebe qet nêzî mijareke wisa nabin. Ez bi vê gotinê, tenê armanca wan a hevpar dibêjim. Lê bêguman her yek li gorî xwe, siyaset û têkilî û radeya berjewendiyên wan cihêreng e, cuda cuda ye. Divê ev jî were zanîn. Helbet li ser kurdan jî dîtinên wan cihêreng e û her wiha têkiliyên wan jî ew ê cuda bin.
Bi taybetî jî sicîlên herdu dewletên giregir; weke kesek hebû digot ‘Axayê Cîhanê’, Amerîka û Rûsya ne gelekî pak in. Çarenûsa Efrînê û Serêkaniyê û Girê Spî û hwd. li ber çava ne. Ev birînên me hîn dinalin û li hêviya dermankirinê ne. Gef û gur û êrîşên qirkirinê yên dewleta faşîst a tirkan, li dijî gelê Kurdistanê her roj ji roja din zêdetir dewam dikin.
Em jî, ew jî û her kes jî baş dizanin ku ev dewleta faşîst dost-hevalbend ê van her du dewletên giregir (DYA û Rûsya) in! Eger yek ji van giregiran ji reîs Receb-Bahçelî re bibejin ‘rawest e’ ew her du faşîst nikarin yek leşker an yek çeteyê xwe bişînin ser gele kurd an xaka pîroz a Kurdistanê!
Wateya vê ew e ku ev serokfaşîste bêyî agahdariya ‘Axayên’ xwe êrîşî ser xaka Kurdistanê nakin. Bila ji kerema xwe re Putîn û Trump, nebêjin ‘Wele em hewl didin ku Receb û Bahçelî razî bikin.’ Naxêr ev ne rast e! Ya rast me li jor got.
Bi cewherî divê em van mijaran hemûyan bidin ber çavên xwe û bi vê hişmendiyê û bi vê viyana xwe ya xurt a azad, li gel van giregiran û dewletan danişin, bi peyivin, bi axivin, diplomasiyê bikin an jî bi gotineke din a zelaltir (Li gorî min û bi zimanê gelêrî) em bazarê bikin!
Eger wisa be, di dawiyê de çi derkeve holê jî kes nikare glî û gazincan li kesî bike yan hevdu ‘xayîn’ îlan bike.
Mijareke din jî girîng ev e ku; divê ew nerîn û ramana stratejîk a neteweya demokratîk neyê jibîrkirin. Ewqas sal in bi pêkhateyên (Asur, ermen, ereb, tirkmen, ewlewî, êzdî, xristiyan û hwd.) li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re rêveberiyeke xweseriya demokratîk a bi rûmet hatiye damezirandin, bi serkeftî hatiye birêvebirin, di raya giştî ya cîhanê de jî weke modêleke modern a rêvebirina civakî hatiye pejirandin. Divê ev yek ziyanê ji vê yekrêziyê nebîne. Berovajî, divê ev yekrêzî vê rêveberiya heyî hîn bêhtir xurt bike, herdu jî hevdu xurt bikin.
Di vê çarçoveyê de eger em bikarin yekrêziya xwe ava bikin û em li ser vê bingehê û vê hişmendiyê bi xwe bawer bin, wê wextê em dikarin bêtirs, bi her kesî, bi her hêzê û bi her dewletê re danûstandina piralî û bazara dîplomatîk jî bikin û bidin meşandin.