Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Heke em yekgirtî bin dê kes nekare sivîlên me şehîd bike’

Şêniyên Binarê Qendîlê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê dan. Welatiyan da zanîn ku dewleta tirk bi salane li dijî Başûr êrîşan dike û gelek sivîl qetil kirine.

Ji rûspiyên xelkê Binarê Qendîlê Ebdila Hesen da zanîn ku ew weke rûspî û şêniyên Binarê Qendîlê ji bo rabûna li ber êrîşên dewleta tirk li hev kom bûn û wiha got:” Binarê Qendîl di bin êrîşên top û balafirên Erdogan de ye. Welatiyên sivîl dikujin, rez û bexçeyan dişewitînin. Em bang li tevahiya gelê kurd û hêzên kurdan dikin ku li ku dibin bila bibin hevgirtî bin, yek bin ku karibin bi ser bikevin. Ji bo ku dijminên gelê me nikaribin bi vî rengî êrîş bikin, nikaribin welatiyên me û sivîlên me şehîd bikin, yekitiya xwe ava bikin.”

Bang li hêzên kurd kir

Bi domdarî jî Hesen anî ziman ku bi dehan sal in ew di bin êrîşên dewleta tirk de ne û wiha domand: “Em van êrîşan şermezar dikin. Sal nîne ku ji ber top û barandinên dewleta tirk xelk û maleke sivîlan wêran nebe, xera nekiribin, şehîd nehatibin xistin. Yekitî serkeftin e. Bang li hemû hêzên kurd dikim; Yekitî be, Partî be, Goran be, Komeleya Îslamî be, Yekgirtî Îslamî be helwestê li hemberî van êrîşên li dijî herêma Kurdistanê nîşan bidin.”

‘Em miletek in û mafê me yê jiyanê heye’

Hesen destnîşan kir ku di êrîşan de sivîl tên kuştin û wiha pê de çû: “Êdî bes e. Em li ku devera dinyayê bin, dijminê me yek e, neyarê me yek e. Li her çar parçeyên Kurdistanê dijminatiyê li kurdan dike, qetil dike. Bi rastî jî nerewa ye. Em jî miletek in, mafê me ye ku bijîn û serbixwe bin. Em jî divê bijîn, li her çar parçeyên Kurdistanê. Em ji hêzên Kurdistanê bi yekdeng hemû yekgirtî bin.”

Daxwaza kongreya neteweyî

Keyayê gundê Şaroşê Kadir Ûsû jî got ku dewleta tirk a faşîst, dagirker û kemalîst dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha derbirî: “Em bi her şêweyî dagirkeriya dewleta tirk red dikin. Dagirker her dagirker e, Îran be, Tirkiye be hemû dijminên kurd in. Hêvîdar im raya giştî ya navneteweyî, gelê kurd bi yekdeng û yekreng li ber van êrîşên dewleta tirk ên dagirkeriyê bigirin. Daxwaz dikim ku di zûtirîn demê de kongreya neteweyî pêk were û gelê kurd hemû yek bin. Eger em yek nebin, yek reng nebin, yek gotar nebin em ê bi ser nekevin. Bang li her kurdekî bi şeref dikim, li tevahiya gelê kurd dikim ku bibin yek.” BINARÊ QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar