Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Li Efrînê kiryarên dewleta tirk a li ser jinan û bêdengiya dewletan

ŞEHBA |

Piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, kiryar, kuştin, talankirin, dizî û revandina jinan destpêkiri. Her roj şêniyên herêmê bi taybetî jin rastî tundiya çeteyên dewleta tirk tên. Ruxmê ewqas kiryarên derveyî mirovahiyê bêdengiya dewletên navneteweyî her dewam dike.

Têkildarî mijarê Cigîra Seroka Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Şilfo nêrîna xwe parve kir.

Şilfo destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn û wiha got: “Fîlozofeke fransî diyar dike ku şer di navbera dewletan de ye, ne di navbera dewlet û însanan de ye. Ev gotin di roja me ya îro de jî di hemû aliyan ve tê jiyîn. Ev deh sal bû şerekî pir dijwar li welatê Sûriyeyê tê jiyîn. Di vî şerî de ehlaq, nirx û hevpeymanên navneteweyî pêk nayên. Mirov dikare şerê ku li Sûriyeyê tê jiyîn weke şerê paradigmayê pênase bike. Dewleta tirk her dem xwe weke dewleta îslamî û demokrasiyê pênase dike, lê belê dagirkirina dewleta tirk a bajarên Sûriyeyê asta demokrasiya wan nîşan dide. Dewleta tirk bi pênaseya demokrasiyê hemû cîhanê dixapîne. Her wiha hem dagir kir hem jî demografiya herêmên me diguherîne. Mirovên bê sûc qetil dike û bi darê zorê koçber dike.”

Kiryarên li dijî jinan zêdetir dibe

Şilfo bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li herêma Efrînê û wiha domand: “Di demên dawî de kiryarên dewleta tirk li herêma Efrînê li hember sivîlan zêdetir dibe. Mijara herî dawî jî li herêma Efrînê jinên ku hatine revandin li zindanê hatin dîtin. Di nava van dîmenan de jina ciwan a 16 salî Melek jî hebû û piştî çend rojan Melek kuştî li çolan hat dîtin. Piştî qetilkirina Melek dewleta tirk vê rastiyê di medya de xwest veşêre, lê belê rastî tu caran nayê veşartin. Her wiha gelê ku li Efrînê mane neçar dimînin ku keçên xwe bi temenê biçûk bidin zewicandin, ji ber ku ji aliyê çeteyan ve neyên revandin.”

Bêdengiya li dijî kiryarên dewleta tirk

Di berdewamê de Şilfo da zanîn ku di nava du salan de hezar û 126 jin li Efrînê rastî kiryarên dewleta tirk hatine û ev tişt anî ziman: “Ger pêşiya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê neyê girtin, wê bûyera Melek ne ya yekem û ne jî ya dawî be. Li gor belgekirina Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê ji kiryarên dewleta tirk, ji destpêka dagirkirina Efrînê heta roja îro zêdetirî hezar jin hatine revandin, 60 jin rastî bê exlaqiyê hatine, 66 jin hatine qetilkirin û ji wan 3 dawî li jiyana xwe anîne. Hemû kiryarên ku hatine jiyîn û hê tê jiyîn li dijî wê herkes bêdeng e, lê berpirsiyariya van kiryaran dewleta tirk a dagirker e.”

‘Çarenûsa jinên ku hatine revandin diyar bikin’

Şilfo destnîşan kir ku pêwist e lêpirsînek were kirin û çarenûsa jinên ku hatine revandin were diyarkirin û wiha dom kir: “Banga me ew e ku aliyên peywendîdar têkevin nava lêpirsînekê û çarenûsa jinên ku hatine revandin diyar bikin. Her wiha ev kiryarên ku hatine kirin bên cezakirin. Em bang li tevahî tevgerên jînên cîhanî dikin ku em doza Melek û hemû jinên ku hatine revandin bikin rojeva raya giştî û em bibin yek dest da ku em nalîna jinên Efrînê bigihênin hemû gelan. Em dûr neçin herî dawî jî kalê 80 salî hat revandin û fidye jê hatibû xwestin paşê hat qetilkirin û cenazaya wê avêtin ber ava Meydankê ya navçeya Şera ya Efrînê. Her çiqas kiryarên dewleta tirk bê sînor dibe, ewqasî bêdengiya cîhanê bê sînor dibe.”

‘Em ê tola jinên Efrînê hilînin’

Her wiha Şilfo da zanîn ku ew ê heta dawiyê têbikoşin û tola jinên Efrînê hilînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Em jinên Efrînê ku li Şehbayê dijîn, her em ê di nava tevgerê de bin da ku em dengê jinên Efrînê bigihênin hemû cîhanê. Em ê heta dawiyê têbikoşin û tola jinên Efrînê hilînin. Xet û biryara me domandina berxwedana me ye. Em ê dengê azadiyê ji bo xilaskirina hemû jinan bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar