Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tekane daxwaza me ew e ku goreke xizmên me hebe’

Navenda Nûçeyan |

Çalakiya Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan a ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin, di vê hefteyê de jî berdewam kir. Ev demeke ku ji ber rewşa pandemiyê ya şewba koronayê (Covîd-19) çalakî li ser hesabên medyaya civakî bi daxuyaniyan tên kirin.

Di hefteya 795’emîn de Dayikên Şemiyê bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ li ser hesabê xwe ya medyaya civakî daxuyanî da. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Adnan Bagça ku di 11’ê hezîrana sala 1990’an de li navçeya Sêwereg a Rihayê hatî  binçavkirin û windakirin, pirsîn. Bagça ku dema hatî binçavkirin 32 salî bû, tevî 30 sal bi ser windakirina wî re derbas bûn jî hêj tu agahî jê nayên girtin.

Birayê Adnan Bagça, Mûstafa Bagça aqûbeta birayê xwe pirsî û wiha got: “Piştî birayê min hatî binçavkirin, me serî li hemû rayedaran da. Em her dem di nava lêgerînê de bûn. Tevî hemû hewldanan jî, me encamek bidest nexist. Lewre me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Li wir jî encamek derneket. Tekane daxwaza me ew e ku hestiyên birayê xwe bibînin û gorekî wî hebe.” Biraza û parêzera dosyeya Adnan Bagça, Sevgî Bagça jî axivî û got ku ev 30 sal in pêvajoya hiqûqî didome û negihiştine tu encaman.

Serpêhatiya Adnan Bagça

Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla Zeynep Gormek Yukarigoz ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye: “Adnan Bagça bavê 4 zarokan bû û li Sêweregê karê tekstîlê dikir. Di 11’ê hezîrana sala 1990’an de ji hêla kesekî ve li wesayîta bi plakaya 56 DA 423 hate siwarkirin û êdî tu agahî jê nehatin girtin. Li ser vê yekê malbatê dest bi lêgerînê kir. Rayedarên Midûriyeta Polîsan a Sêweregê ji malbatê re got; ‘Adnan di destê me de ye. Ji bilî vê tiştekî din nepirsin.’ Rojek piştre malbat çû midûriyeta polîsan lê belê vêcarê jê re gotin; ‘Agahiya şaş daye we.’ Bi vî awayî jî veşartin. Piştre malbat diçe bi parlamenterê Rihayê Cenap Gulpinar re hevdîtinê dike. Gulpinar jî ji malbatê re dibêje; ‘Mixabin dewlet di nava dewletê de heye’ û xwest ku malbat dev ji lêgerîna xwe ya edaletê berde. Daxwaza me ew e ku Bagça bê dîtin û kujerên wî bên darizandin.”

Çalakiya Xizmên Windayan

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî bi heman dirûşmê, di hefteya 592’yemîn de li ser hesabê xwe ya medyaya civakî daxuyanî da. Nûnerê ÎHD’ê yê herêmê Abdusselam Înceoren daxuyanî da û aqûbeta Haci Ahmet Er ku di 15’ê tebaxa sala 1995’an de hatibû windakirin, pirsî.

Ev 25 sal in aqûbeta Er nayê zanîn

Înceoren wiha got: “Artêşa tirk di 15’ê tebaxa 1995’an de li gundê Kurudere yê Çelê ya Colemêrgê operasyon li dar xist. Di navbera leşker û PKK’iyan de şer derket. Fermandarê leşkerî yê operasyonê jî ji gundiyan dixwaze ku demildest gundê xwe vala bikin. Fermandar ji şêniyan re dibêje ku heke gundê xwe vala nekin, dê fermana gulebaranakirinê bide leşkeran. Demek piştre leşker bi ser gund de digirin.

Di wê kêliyê de kurê Haci Ahmet Er, Adnan Er ji bo ku bikare mala xwe bar bike, diçe gundê Blêcanê da ku hêstirên bar bîne. Dema Er ber bi gund ve diçe, di navbera herdu gundan de dengê çekan tê. Malbata Er dikeve nava fikaran Haci Ahmet Er tevî birayê xwe Haci Mîrap Er, li pey şopa Adnan Er dikeve. Xwe digihijînin gundê Blêcanê. Her du bira ji hêla leşkeran ve tên binçavkirin û dibin qereqola gundê Serêsêvê. Haci Mîrap Er ku li qereqolê îşkenceyên giran lê tên kirin, çend roj piştre bi şertê ku gundê xwe biterikîne, hate berdan. Malbata li benda berdana Haci Ahmet Er jî bû lê belê ji roja binçavkirinê heta niha tu agahî jê nehatin girtin. Malbata serlêdan kir lê hemû hewldanên wan vala derketin. Ev 25 sal in tu agahî jê nayê girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar