Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Temellî: Divê her beşên civakê têkoşînê mezin bikin

ENQERE |

‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ ku HDP’ê di 15’ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve dabû destpê kirin, duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya tifaqa demokrasiyê û têkoşîna civakî hate kirin.

Têkildarî meşê parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Temellî ev tişt anî ziman: “Têkoşîneke demokrasiyê heye ku demeke dirêj e em dimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemû bi demokrasî û têkoşînê dikare bên çareserkirin. Gelên Tirkiyeyê ji vê bawer dikin.”

Temellî diyar kir ku meseleya bingehîn meseleya kurd e û da zanîn ku mesele hemû tenê bi demokrasiyê dikare çareser bibe û wiha domand: “Lê belê demokrasiyeke çawa, divê ev bê vegotin. Li Tirkiyeyê lîstoka demokrasîtiyê tê lîstin. Bi sîstemeke hilbijartinê re ku ji sindoqê heta sindoqê maf tên talankirin lîstikeke demokrasîtiyê tê lîstin.”

Di berdewamê de Temellî anî ziman ku têkoşîna wan a demokrasiyê ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê ye û wiha pêde çû: “Beriya her tiştî divê aştî bê. Divê aştiya civakî bê afirandin, girtiyên siyasî divê bên berdan û beriya her tiştî divê dewleteke hiqûqê hebe, tecrîd bê bidawîkirin, aştiya siyasî pêk were, aştiya aboriyê pêk were û dawî li xizaniyê bê anîn. Li dijî vê sîstema ku desthilatdarî ferz dike, divê em xwe bigihînin rêya sêyemîn ku tê de gel xwedî erk e û tev li dibe.”

Her wiha Temellî ragihand ku gelê kurd pêşengê aştiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gel qedexeyan jî gelê kurd helwestek alîgirê demokrasiyê nîşan da. Gelê herêmê her tim pêşengî ji têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê re kir. Em bi coş ji aliyê gelê alîgirê aştiyê ve hatin pêşwazîkirin ku vê yekê hêz da me. Li gel qedexeyan bi rengekî vekirî helwesta xwe ya alîgiriya demokrasiyê nîşan dan. Li hemberî herêmê, li dijî gelê kurd manîpulasyonên cidî hene, feraseteke ku gel mexdûr dike heye. Êrîşên li ser herêmê hîn jî dewam dike. Tevgerên Pençe dewam dikin. Êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Lê belê tevî van hemûyan jî ev gel alîgirê aştî û demokrasiyê ye. Me ev bi hev re dît, şopand. Li gel me ne tenê mirovên dilxwazên HDP’ê hebûn. Mirovên ku heta niha li gel HDP’ê nesekinînin jî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl jî hatin. Ji ber ku bendewariya her kesî heye. Mirov êdî dixwazin dawî li vê rêveçûna nebaş bê anîn, dawî li polîtîkayên şer bê anîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar