AMED |
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya balê bikişînin ser kuştina jinan û li dijî kuştina jinan bertekên xwe bînin ziman, çalakî li dar xistin. Jin li pêş avahiya HDP’ê ya Rezanê kom bûn û pankarta ‘Gotina me ya em bêjin û hêza me ya em biguherînin heye’ vekirin û dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Cînayetên jinan polîtîk e’ berz kirin. Di çalakiyê de hevseroka HDP’ê ya Rezan Fatma Kavmaz diyar kir ku di demên dawî de cînayetên jinan pir zêde bûne û dê li dijî cînayetên jinan û îstîsmarên jinan deng û têkoşîna xwe bilind bikin.
Jinan piştî daxuyanî dan bi tilîlî, dirûşme û çepikan nepox firatin.