Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakiya HRE’yê ya tolhildanê: 14 çete hatin kuştin

Navenda Nûçeyan |

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bênavber li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dikin.

HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku ji bo tolhildana Şehîd Agir Efrîn, Cûdî Rustem û Yilmaz Efrîn  ku di êrîşeke 13’ê hezîranê de şehîd bûbûn, çend roj berê li navçeya Şêrawa ya Efrînê çalakiyek li dijî çeteyan li dar xistine û 14 çete hatine kuştin û di heman çalakiyê de gelek cebilxane jî hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya HRE’yê de wiha hate gotin:

“Roja 19’ê hezîranê hêzên me di navbera gundên Kefer Nebo û Beradê yê bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke tolhildanê li dar xist. Di encamê de 14 çete hatin kuştin, hejmarek zêde çete jî birîndar bûn. Di heman demê de hejmarek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Cebilxaneyên ku hatin desteserkirin;  4 çekên AK-47 û 1 rextên wê, çekeke BKC û cebilxaneya wê, çekeke RPG-7, çekeke Bruno, dûrbîneke termal û 3 telefon.

Ev çalakiya hêzên me ji bo tolhildana hevrêyên me Agir Efrîn, Cûdî Rustem û Yilmaz Efrîn ku di êrîşa 13’ê hezîranê de şehîd bûbûn, hatiye lidarxistin.

Her wiha artêşa dagirker gundên navçeya Şera û Şêrawa topbaran kirin û tevgera balafiran li ser qadê çêbû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar