Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li ser jîngeha binerd a ji şikeftên dîrokî pêk tê avahiyê qaçax çêkirin

Li navçeya Gêlê ya Amedê li ser jîngeha binerd a ku ji şikeftên qewartî pêk tê û di serdema Paleolîtîkê de hatiye avakirin, avahiyeke 2 qat a qaçax tê avakirin. Ev herêm ji berê ve weke Qada Sîtê ya Xwezayî û Dîrokî hatibû ragihandin.

Navçeya Gêlê ji gelek şaristaniyên weke Hurî, Mîtannî, Urartu, Asur, Med, Pers û Împaratoriya Romayê re malavanî kiriye. Taxa Qonaxê jî bi qasî 10 km’yan ji navenda navçeyê dûr e û bi rezên xwe yên tirî tê naskirin. Li taxa navborî li gel bermahiyên dêran, her wiha bîrên şarabê jî hêj li cihê xwe ne. Li taxê bi dehan şikeft û jîngehên ku ji kevirê kilsê hatine çêkirin hene û ev jî weke xerabeyên Qonaxê tên pênasekirin. Ev herêm xwedî statûyeke taybet in û di bin parastinê de ne.

Nehat zanîn bê ka ev avahiya du qat a li qada sîtê ji hêla kê ve hatiye avakirin. Lê belê derket holê ku ev avahî bi qaçaxî hatiye çêkirin. Hat zanîn ku li nêzî vî avahiyê qaçax, amadekariya çêkirina gelek avahiyên din jî tê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku par jî heman herêm ji hêla defînegeran ve hatibû wêrankirin. Ji ber ku defînegeran gelek dever kolandibûn, derdor û hundirê jîngehê veguherîbû warê kormişkan.

Çavkanî: Lezgîn Akdenîz /AMED-MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar