AMED |
Di 30’ê gulanê de li Taxa 5 Nîsana Navçeya Rezan a Amedê, polîs Atakan Arslan hatibû kuştin. Piştî wê polîsan Muhammed Emîr Cura û Ferît Aytekîn bi îdiaya berpirsiyarê kuştina polîs in binçavkirin û li qereqolê îşkence kiribûn. Dozger der barê 4 kesên ku bi îdiaya polîs kuştine îdianame amade kir û pêşkêşî 13’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Dozger der barê Muhammed Emîr Cura û Ferît Aytekîn de cezayê muebeta giran xwest. Der barê Mehmet Aydin de jî ji 15 salan heta 20 salan ceza xwest. Der barê kesên bi guman A.K. û M.E. de jî bi hinceta delîl reş kirine ji 1 sal û 5 mehan heta 8 salan, der barê S.T. de jî bi hinceta delîl reş kirine, ji 6 mehan heta 5 salan ceza xest.
Lê dozger îşkenceya ku li qereqolê hatiye kirin nedît.