Êrîşên dewleta tirk ên li dijî destkeftiyên gelê kurd berdewam in. Dewleta tirk ku îradeya gelê kurd nas nake, vêcarê jî Şaredariya Sarûcan a Xarpêtê ya di destê HDP’ê de xesp kir û qeyûm li şaredariyê tayîn kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevşaredarên bajaroka Sarûcanê Bekir Polat û Canan Tagtekîn duh hatibûn binçavkirin.
Bi Şaredariya Sarûcanê re hejmara şaredariyên HDP’ê yên ku ji hêla hikûmeta AKP-MHP’ê ve hatine xespkirin derket 46’an. Niha tenê 12 şaredarî di destê HDP’ê de mane. XARPÊT