Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyên di heman qawûşê de dimînin enfeksiyon girtin

AMED |

Hat diyarkirin ku Serdar Yildirim (27) ku ji sedî 98 asteng e, Abdûllah Tûran (23) bi nexweşiya felcê ye û Engîn Aktaş (32) ku her du destên wî tune ne, li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê li heman kawûşê tên girtin û enfeksiyon girtine.

Birayê Yildirim Sedat Yildirim da zanîn ku di 23’yê hezîranê de bi birayê xwe re bi rêya telefonê axiviye û piştî vê axftinê gumanên wan zêdetir bûne û bang li parlamenter, rêxistinên sivîl û baroyan kir ku bi awayekî lezgîn bikevin nav liv û tevgerê.

Yildirim mirina girtiyê çend roj berê yê li Girtîgeha Amedê bi bîr xist û got ku heke bergirî neyên girtin dibe ku 3 cenazeyên din jî ji kawûşê derkeve.

Di berdewamê de Yildirim diyar kir ku birayê wî jê re ev tişt gotiye: “Em bi mirinê re rû bi rû ne. Me enfeksiyon girtiye. Li gel ku me enfeksiyon girtî ye jî seromê li me didin û me di heman kawûşê de digirin û nabin nexweşxaneyê. Li vir rewş xerab e. Divê lezgînî gav bên avêtin. Em tenê bêhn digirin. Lê li gel vê yekê jî em bi muameleyeke derveyî mirovahiyê re rû bi rû ne. Ew dibêjin enfeksiyon belkî vîrûs be jî. Dibe ku ji bo dilê me neêşîne dibêje enfeksiyon.”

Her wiha bavê Tûran Mehmet Zahît Tûran jî diyar kir ku kurê wî nikare xwe bileqîne û wiha got: “Hemû wesfên laşê wî îflas kirine. Heke tiştek bê serê zarokên me dê girtîgeh berpirsyar be. Êdî bes e, hem ew hem jî malbatên wan perîşan bûn. 3 girtiyên bi vîrûsê re rû bi rû niha li girtîgehê di kawûşekê de tên girtin. Jixwe birînên kurê min xedar bûn. Enfeksiyon ji bo van birînan talûke ye. Dibe ku her kêlî tiştek bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar