Navenda Nûçeyan |
Nêzî 9 mehane li ser malpara fermî ya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tûndutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê tu daneyên derbarê tundiyê de nehatiye parvekirin. Tenê bîlançoya 9 mehên destpêka sala borî li ser malperê heye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyek Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê hatine girtin, Wezîrê Hundirîn ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed piştî hevdîtina li gel Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê parvekirina bîlonçoya tundiyê qedexe kiriye.
Li gorî çavkaniyê, sedema qedexeya parvekirina bîlançoyê, zêdebûna tundî û di dema aşkerakirinê de rexneyên li rêxistinê dihate kirine. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku wê bîlonço veşartî li gel beşê bîlançoyê bimîne û wê rê neyê dayîn destê tu beşek din a rêveberiyê bigihî bîlançoyê.
Ji berî kabîneya niha ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê mehane li ser malpera xwe bîlanço aşkera dikir. Lê, piştî avabûna kabîneya 9’emîn û bi biryara Wezîrê Hundirin tu bîlançoya tundiya li ser jinan nehatiye aşkerakirin.
Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê di sala 2007’an de ji aliyê Wezareta Hundirin a Herêma Kurdistanê ve hate damezirandin. Ji derveyî navenda giştî 28 navendên wê li seranserî başûrê Kurdistanê hene.
Navendên hikûmî, sazî û rêxistinên hizbî û serbixwe jî bîlançoyê aşkera nakin.
Li gorî agahiyên Wezareta Hundirin parve kirine, li seranserî başûrê Kurdistanê 187 rêxistin û navendên li dijî tundiya li hemberî jinan hene. Ji van 30 li Duhokê, 97 li Hewlêrê, 55 li Silêmanî, Germiyan û Raperînin û 5 jî li Helebceyê ne.
Hejmarek zêde ya van rêxistinan ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve tên piştgirîkirin. Ev rêxistinan di bin ferman Wezareta Hundir de nînin û dikarin kar ji bo komkirina bîlançoyê, lêkolînkirin û rêyên çareserkirina pirsgirêkan bikin. Lê tu bîlançoyê parve nakin. Agahiyên xwe ji Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê digirin. Ev jî dibe sedem ku tundiya heye were vaşartin û raya giştî jê agahdar nebe.