Navenda Nûçeyan |
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa gotûbêja bi Hevserokê YNK’ê re kir û wiha got: “Nîqaşek birayî bi hevserokê YNK’ê Lahur Talebanî re li ser geşedanên li herêmê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyaloga kurdî. Em spasiya birayên YNK’ê bi serpereştiya kak Lahor û Bafil Talebanî dikin, ji bo piştevaniya wan ji diyaloga yekrêziya kurdî û şoreşa Rojava ji destpêka wê ve.”