Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Rihayê 5 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin

RIHA |

Girtî Serhat Bûlût ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Curnê Reşa a Rihayê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku bi 4 hevalên xwe re li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zede bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.

Bûlût ê bi malbata xwe re hevdîtin kir, wiha got: “Mafê girtiyan ê hevdîtinê, sohbet, atolye, spor, qadên hevbeş, agahî girtinê nayên dayîn. Dîsa mafê me yê tenduristiyê jî bi sînor kirin. Li dijî van bêmafî û binpêkirinan, min, Emrûllah Orûc, Îlyas Dogan, Cahfer Sabir û Kasim Karataş duh dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.”

Zext zêde dibin

Bûlût di hevdîtina telefonê de bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş û ev agahî parve kir: “Girtiyên nexweşên giran nayên dermankirin û her roja diçe rewşa wan girantir dibe. Dîsa dermanên girtiyên nexweş jî nadin wan. Dema hevalên me dixwazin biçin nexweşxanê jî, wan bi paşve kelepçe dikin û bi saetan di vê rewşê de dihêlin. Cardin beyî ku hevalên em derman bikin, paşve dişînin girtîgehê. Ev rewşeke keyfî ye. Pêr gelek nema bû ku em hevalê xwe winda bikin. Lê ligel vê yekê nebirin nexweşxanê. Her roja diçe zext zêdetir dibin. Hemû qadên me yên jiyanê û civakî teng kirine. Bi awayekê aşkera şewba vîrûsê ji bo xwe veguherandin fersendê. Her wiha me xwest derbarê pirsgirêkên heyî de bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bikin. Lê ev daxwaza me red kirin. Heya ku daxwazên em neyên bi cih anîn em ê gavekê jî paşve neavejin. Em nikarin van zext û nêzîkatiyên keyfî qebûl bikin. Bi tu awayî daxwaz û pêdiviyên me bi cih naynin. Ger ev rewş wiha dema bike, wê hejmara me tenê bi 5 girtiyan re sînordar nemîne û zêdetir bibe. Dixwazin hemû qadên me ji destê me bigirin û me îzole bikin. Em ê vê tu carî qebûl nekin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar