Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Vîrûsa Covîd-19 an vîrûsa ‘HIŞ’ bir

Mehmet Elî Ertaş |

Ji serê salê heta niha nêzî 7 meh in şewba vîrûsa corona (Covîd-19) li tevahiya welatên cîhanê belav bûye. Li gorî daneyên 23’yê hezîranê nêzî 9 milyon û 300 hezar mirov bi şewbê ketin. Ji ber şewba vîrusê nêzî 480 hezar mirovan jî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê vîrûsê, hemû rêxistin, partî, komele, xizmetkarên tenduristiyê, akademîsyen, profesor û saziyên dewletan û medya li dijî vê vîrûsê seferber bûne. Hêzên muxalîf û ne muxalîf bûn yek. Medya hemû welatan her çend piralî lêkolîn neke jî wekî mijara sereke derdixe pêş. Di sed salên dawî de tu mijar biqasî vîrûsa Covîd-19 demdirêj û gerdûnî nebûye rojeva sereke. Bêguman ev şewb gefan li hemû mirovan dixwe. Heta niha kêm nexweşî wekî vê vêrûsê mirov kirine qurbaniyên xwe. Lê di esasê xwe de tenê nexweşiyek biyolojîk û bedenê ye. An dikuje yan dihêle. Navbera wê tuneye.

Her çend rayedarên dewlet û hikûmetan ji bo rê li pêş vê vîrûsê bigirin tedbîrên ciddî nagirin jî, dîsa ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin, pisporên tenduristiyê bênavber belavokan belav dikin û daxuyaniyan didin. Li ser rê û rêbazên tedbirên li dijî vê vîrûsê agahiyan didin. Bêguman ku dermanê vê yekê bê dîtin û tedbîr bên girtin dê rê li pêş vê yekê bê girtin.

Lê meseleya me ne ev e. Meseleya me ya esasî vîrûsa ku qala wê nayê kirin e. Vîrûsa ku hiş, ruh, ked û derûniya mirov xera dike ye.

Vîrûsa herî talûke hişbir

Vîrûsa herî talûke ne Covîd-19 ye. Vîrûsa herî talûke vîrûsa ku bi salan e li tevahiya cîhanê belav bûye û hem mejî, hem beden û hem jî aboriya mirovan hêdî hêdî pûç dike ye. Ne dikuje, ne jî sax dike. Ne zindî ye ne jî mirî ye. Pûç dike û li pey xwe kaş dike. Vîrûsa herî talûke vîrûsa HIŞ birr a esrar, eroin, amfetamin-metamfetamin, kokain, kubar, haşhaş, afyon, tîner, krîstal e. Li gel ku hemû çav vê yekê dibînin jî, hemû çav kor, guh ker û ziman lal in. Ne hikûmet, ne partiyên siyasî, ne rêxistinên civakî û muxalif û ne jî medya vê yekê nake rojev.

Di 18’ê heziranê de Ajansa Mezopotamya (MA) nûçeyek li ser bazirganên vê vîrûsa herî talûke çêkir. Têkildarî tiryakê Çawîşê Pispor Ferhat O. û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Efser Hakan K. û di heman demê de çawîşên pispor ên li Qereqolê Kemal T. û Osman T.,hatibûn binçavkirin û girtin. Li ser wan 8 kîlo û 660 gr esrar hatibû girtin. Li gorî îfadeyên wan di depoya Fermandariya Cendirmeyan a Licê de 25 ton esrar heye.

Her carê kîlo bi kîlo difiroşin ciwanên Amedê. Ev tenê mînakek şênber e. Dema di saetên piştî esir de mirov diçe qada Batikend a Amedê û 100 Evlerê; mirov dibîne ku kom kom ciwan li hev kom bûne û tiryakê dikişînin. Dîsa li Colemêrg, Wan, Şirnex, Mêrsîn, Edene, Îzmîr û Stenbolê jî bi hezaran ciwanên kurd ketine nava vê tora kişandina tiryakê û nikarin derkevin. Ev vîrûsa ku ketiye hiş û bedena ciwanên kurd bi destê esker, polîs, efser û cerdevanan tê belavkirin. Her ciwanê ku dikeve nava vê torê dest bi dizî, fihûş û talankirinê dikin. Ji bo pere bibînin derûniya malbatê û derdorê xera dikin. Aboriya malbatê têk dibin û dibin barê herî giran li ser malbat û derdorê. Dîsa ciwanên taxê jî dikişînin nava xwe.

Bi ditin û çavdêriyên min vîrûsa Covîd-19 her çend encama wê giran be jî dîsa ne biqasî vîrûsa HIŞBIR-TIRYAK’ê ye. Ji ber ku vîrûsa tiryakê bi zanebûn û bi destê rayedar û memûrên ewlehiyê tê belavkirin. Em dipirsin çima ji bo Covîd-19 hemû cîhan seferber dibe, lê çima li dijî tiryakê tu rayedar, siyasetmedar, akademîsyen, parazvyanên mafên mirovan û xizmetkarên tenduristiyê vê yekê naxin rojeva xwe. Çima ev yek tenê li bajarê kurdan û di nava ciwanên kurd de tê belavkirin? Çima ev yek bi destê polîs, esker û cerdevanan tê lebavkirin û kesên vê yekê dikin nayên cezakirin? Ciwanên tiryakê vê vîrûsê bi xwe diyar dikin ku bi destê polîs û eskeran bi zanebûn teşwîqî vê yekê tên kirin û êdî nikarin dest jê berdin. Ger ku hişê civakê biçe, pêşeroja civakê winda dibe. Ger ku zarok û ciwanên gel tev li vê tora tiryakê bibin, civak ji kok ve tê qurmiçandin û rê li pêş komkujiya herî mezin tê vekirin. Îro talûkeya herî mezin ne vîrûsa Covîd-19, vîrûsa HIŞBIR’ê ya li pêş ciwanên kurd e. Divê êdî her kesên vê yekê dibîne û dibihîze bîne ziman û teşîr bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar