Navenda Nûçeyan |
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê, duh bi şev Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), hêzek zêde ji bo parastina baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta tirk ên li Şêladiz û Bamernê, şandiye Şêladizê.
Xelkên Şêladizê diyar kirin ku PDK vê hêzê ji bo parastina baregeh û leşkerên tirk ên ku rojane komkujiyan pêk tînin, şandiye.
Gorî çavkaniyên herêmê, hêza ji bo Şêladizê hatî şandin, leşkerên Roj û pêşmergeyên Zêrevanîne. Ev her du hêz jî girêdayî PDK û hêzên hizbîne.