Navenda Nûçeyan |
Koma Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Parlamentoya Iraqê (Koma Kesk) daxwaz ji Wezîrê Derveyê Iraqê û nûnerê Iraqê yê li Konseya Ewlehiyê dike ku ji bo rawestandina bombebarana dewleta tirk civîna lezgîn a Konseya Ewlehiyê bike. Her wiha daxwaz ji serokkomar, serokwezîr û serokê Parlamentoya Iraqê jî dike ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê hewl bidin.
Têkildarî êrîşa hewayî ya duh li Kunemasî jî wiha tê gotin: “Mixabin di vê êrîşê de hejmarek geştyar şehîd û birîndar bûn. Ev jî derbaskirina serweriya xaka Iraqê ye û rêz negirtina guftûgoye ku têde balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê hatibû agahdar kirine.”