Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dabû destpêkirin de 43 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 16 jê piştî lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan a Amedê, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di 26’ê hezîranê de li Amed, Îzmîr, Stenbol, Edene, Şirnex, Êlih û Wanê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de endam û rêveberên KCD, HDP, DBP, Komeleya Jinan a Rosayê, rêxistinên civaka sivîl, hevşaredara Farqînê ya ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin Naşîde Toprak, rojnameger û parêzer jî di nav de, 43 kes hatibûn binçavkirin. AMED