PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Tekane muxatabê pirsgirêka kurd Ocalan e’

 

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî pirsgirêka kurd, zextên li ser HDP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê bi Zeynep Kûray re axivî.

Omer Ocalan bi bîr xist ku HDP’ê di sala 2015’an de bi hilweşandina benda hilbijartinê re mohra xwe li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê xist lê belê desthilatdariyê ji wê rojê ve welat xistiye nava zordarî û tundiyê. Ocalan got: “Serkêşên vê tundiyê tifaqa AKP-MHP, ergenekonî, avrasyayî û rêxistinên kûr ên bi rêbaza Gladyoyê ne. Tevî vê polîtîkaya zilm û tepisandinê jî me di siyaseta demokratîk de israr kir. Feraseta siyasetê ya HDP’ê afirandina bingeheke ku hemû kes bikarin bi rengekî wekhev û azad xwe îfade bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî bi taybet jî pirsgirêka kurd a bi rebazên demokratîk, me her tim parlamento û Ocalan weke navnîşan nîşan da.”

Pêvajoya çareseriyê

Bi domdarî jî Ocalan pêvajoya çareseriyê bi bîr xist û wiha domand: “Her çend neçû be serî jî birêz Ocalan di asta herî bilind de weke mûxatab hate dîtin. Dewlet bi nedîtina vê pêvajoyê re xiyanetê li aqlê xwe dike û gelê xwe jî bêaqil dibîne. Ev nêzîkatî û feraset şaş e. Di çareseriya pirsgirêka kurd de birêz Ocalan tekane mûxatab e.”

‘Hûn bi kê re şer bikin, aştî bi wî re tê kirin’

Ocalan bi bîr xist ku di şerê zêdetirî 40 salan de li gel xerckirina bi milyaran dolaran, bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran koçber bûne û wiha pê de çû: “Kî bi kê re şer bike, bi wî re dikare li hev bike. HDP’ê dikare vî karî hêsan bike. Em dikarin parlamentoyê bidin xebitandin û rêyên siyasî di asta herî bilind de vekin. Lê heke hûn aştiyê bi kesên ku pê re şer dikin re bikin, hingî divê mûxatab nayê şaşkirin. Şaş e ku dewlet di vê mijarê de pêwendiyê bi sercerdevan û hin feodalan re datîne. Armanca vê tesfiyekirina pirsgirêka kurd e.”

Plana Islehkirina Şerqê û Erdogan

Omer Ocalan da zanîn ku pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke sed salî ye û ev tişt destnîşan kir: “’Plana Islhekirina Şerqê’ bi serkêşiya Îsmet Înonu hate amadekirin û Erdogan dixwaze vê planê li Rojava, Şengal û çar parçeyên Kurdistanê pêk bîne. Bakurê Kurdistanê jî weke laboratûarekê tê bikaranîn. Dewletê di salên 1990’î de bi formateke cuda, di salên 2000’î de formateke cudatir û niha jî bi senteza îslama siyasî û tirk-îslamê tevdigere. Lê belê di nava xeletiyeke mezin de ne. Kurd êdî li qada navneteweyî xwedî siyaset in, xwedî gotin in.”

Tecrîda li ser Ocalan

Herî dawî jî Ocalan ev tişt anî ziman: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin. Tirkiye bi vê sepana xwe destûra xwe ya bingehîn binpê dike. Li Îmraliyê pergaleke taybet heye. Em ji wan qenciyek an jî nêzikatiyeke taybet naxwazin. Ev meseleye bi axaftineke 20 deqeyan, bi hevdîtina parêzer û malbatê re çareser nabe. Ji ber ku tecrîda li ser birêz Ocalan di şexsê wî de tecrîda li dijî gelê kurd e. Em vê qebûl nakin. Nêrîn û paradîgmaya birêz Ocalan li her devera Kurdistanê belav bûye. Bi felsefeya wî jiyan li her derê şîn dibe. Tecrîdkirina birêz Ocalan ji bilî zêdekirina hêrsa kurdan a li dijî dewlet û sîstemê bi kêrî tiştekî nayê.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar