PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

‘Tenê rêyek li ber dewleta tirk heye, ew jî binkeftin e’

Ciwanên Waregeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Tevgerên Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) şevê din li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê meşa pêtalî kir.

Meş li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û bi sedan ciwan beşdarî meşê bûn. Ciwanan di meşê de dirûşmên ‘Bijî serok Apo’, ‘Bimre îxanet’, ‘Bijî berxwedana HPG û YJA-STAR’ê’ û ‘Bijî berxwedana Heftanînê’ berz kirin. Di meşê de ciwanan alên PKK, KCK, HPG, YJA-Starê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Meş heta ber derê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) dom kir. Li vir jî ciwanan daxuyaniyek da.

‘Bêdengiya cîhanê cihê şermezariyê ye’

Ciwanan diyar kir ku di serdema heyî de gelê kurd nûnertiya têkoşîna gelên bindest temsîl dikin û wiha domand: “Ji bo vê jî hemû hêzên desthilatdar û hevkarên wan, li dijî vê gelê berxwedêr di nava hewldan de ne û dixwazin vîna gelê kurd bişikînin û weke koleyan bidin xebitandin. Lewre bi balafirên şer û bi hemû teknîka xwe li ser gelê kurd komkujiyan dikin. Bêdengiya cîhanê ya li dijî van komkujiyan jî cihê şermezariyê ye.”

Daxuyaniya ciwanan wiha berdewam kir:

“Bi sedsalane erdnîgariya Kurdistanê di pençeyê dagirkeran de bûye cihê şer û talanê. Dagirkeran şerê xwe yê desthilatdariyê jî, li ser vê xakê daye meşandin. Lê çiyayên Kurdistanê ji bo gelê kurd her bûye stargeh. Çiyayên Kurdistanê ji bo me bûye jîn û jiyan. Kulîlkên biharê li çiya dibişkivin, hebûn li çiya hêvî dide. Jiyana ku dijmin ji me re dixwaze bike dojeh, çiya dibin qêrîna bihûşt û azadiyê.

‘Dê dewleta tirk û PDK biser nekevin’

Tevî her cure teknîka xwe, dijmin li Heftanînê bin dikeve. Ev şer îradeya gelê kurd e, ev şer îradeya gelê bindest e, ev şer tunekirina dijmin û destpêka jîna azadiyê ye. Wê ne dewleta dagirker a tirk û ne jî hevkarên wê PDK, nekare serbikeve. Tenê yek rêya wan heye, ew jî binkeftine. Her wiha ev nêzî salekê ye, dorxpêçekî mezin ji aliyê PDK’ê ve li ser gelê Mexmûr tê meşandin. Lê belê li hemberî berxwedana gelê Mexmûrê serneketin.

Li hemberî qirkirin û dagirkeriyê divê ciwan tev li refên azadiyê bibin. Em bang li her çar parçeyê Kurdistanê û derveyî welat dikin ku li dijî dagirkerî û hevkariyê rabin serhildanê. Li hemberî komkujî û dagirkeriyên li ser gelê kurd têne meşandin, tenê yek armanca me heye tolhildan, tolhildan, tolhildan.”

Çalakî bi dirûşma ‘Bimre dagirkerî û hevkarî, bimre teslîmiyet û her cûre koletî û bijî ruhê berxwedêr û serhildêr’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar