Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pekoz: Kurd li Rojhilata Navîn dê bibin hêzeke sereke

Di 17’ê hezîranê de Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) piştî hevdîtine dûvdirêj li hev kirin. Di heman rojê de şandeyê bi tevlêbûna Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û şêwirmendê Koalîsyona Navneteweyî yê DYA’yê Wîllîam Robak jî daxuyaniyek da û da zanîn ku dê xebatên yekitiyê di çarçoveya Peymana Duhokê de bên kirin. Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Mûstafa Pekoz jî têkildarî mijarê ji MA’yê Selman Guzelyuz re axivî.

Mûstafa Pekoz diyar kir ku rola DYA û Fransayê di vê yekitiyê de zêde ye û wiha got: “Ev yek jî polîtîkayên DYA’yê yên li Sûriyeyê şênbertir dike. Stratejiya DYA’yê ew e ku di nava çend salan de axa Rojava û Başûr bike yek. Lewre sekna Rojava ya polîtîk pir girîng e. Li gel avakirina yekitiyê, ji bo ku statûya Rojava di makeqanûna Sûriyeyê de ‘Xweserî yan jî federasyon’ cih bigire, plan û bazarên polîtîk ên bi rejîma Esad re girîng in. Armanc ew e ku ji sînorê Efrîn û Babê heta Hatay, Îdir û Îranê herêma ‘Kurdistan’ bê avakirin. Dixwazin Rojava û Başûr bikin yek. Ev yek jî girêdayî tifaqa navxweyî ya kurdan e. Hêzên herêmê dê bên guhertin û dixwazin kurd jî di navenda vê planê de bin.”

Bandora tifaqa li Rojava

Pekoz destnîşan kir ku li Rojava nêzî 10 sal in şer heye û gelek destkefî hatine bidestxistin. Pekoz wiha pê de çû: “Di vî şerê 10 salan û destkeftiyan de tu keda ENKS û kevneşopiya Barzanî tê de nîne. Lewre gelek derdor bertekan nîşanî vê tifaqê didin. Lê dê bandora vê tifaqê zêde be. Dê tevlêbûna ENKS’ê dê lez bide çareseriya pirsgirêka Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ya di qada navneteweyî de. Tifaqa li Rojava jî dê bandoreke mezin li Başûr bike. Qandîl jî di navde hemû tevgerên polîtîk ên kurd dê ji bo yekitiyê gavên şênber biavêjin.”

‘Dê kurd bibin hêzeke sereke ya li herêmê’

Bi domdarî jî Pekoz ev tişt anî ziman: “Di navenda polîtîkayên DYA’yê yên li Sûriye û Iraqê de kurd hene. Tê plankirin ku kurd di pêşerojê de li Rojhilata Navîn bibe hêzeke sereke. Ev hewldana wan girêdayî planên hêzên kurewî yên wekî DYA û YE’yê yên li ser herêmê ne.”

‘Yekitî dê bandorê li polîtîkaya Tirkiyeyê bike’

Pekoz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tifaqa li Rojava pêş dikeve, polîtîk e. Nehat qebûlkirin ku ENKS wekî hêzeke leşkerî li Rojava be. Dê weke Başûr nebe. DYA heman modêla li Rojava ji bo Başûr jî difikire. Yekitiya li Rojava dê hem bandorê li ser polîtîkayên Tirkiyeyê bike û hem jî li ser hevdîtinên navneteweyî bike. AKP ji bo ku nûnertiyan kurd bişikîne dê bikeve nava hewldanan. Piştî hilbijartina mijdara 2020’an a li DYA’yê dê di stratejiya DYA’yê ya li Sûriyeyê de hin guhertin çêbibin. DYA dê bêhtir bi çalak li qadê cihê xwe bigire. Ev rewş dê herî zêde bandorê li ser Îran û Tirkiyeyê bike.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar