Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Gardiyanan girtiyê nexweş tacîz kir

Girtiyê bi navê Ekîm Can Polat (23) di sala 2016’an de li Îkîtellî ya Stenbolê hate binçavkirin. Ji ewil li girtîgehên Tîpa L a Sîlîvriyê û Tîpa T a Bandirmayê hate ragirtin û piştre jî veguhestin Girtîgeha Tîpa T a Akhîar a Manîsayê. Dadgehê 24 sal cezayê girtîgehê li Polat biriye. Rewşa tenduristiyê ya Polat nebaş e. Têkildarî rewşa Polat, dayika wî Songul Îlker ji ANF’ê re axivî.

Songul Îlker diyar kir kurê wê beriya pêvajoya koronayê di hucreyê de krîza dil derbas kiriye û wiha got: “Nehate dermankirin. Ez naxwazim cenazeyê kurê xwe bibînim. Dema kurê min hatî girtin tenduristiya wî baş bû. Dixwazim bi heman awayî derkeve. Kurê min li girtîgehê nexweş ket. Beriya bê girtin tu nexweşiyên wî nebûn lê li girtîgehê krîza dil derbas kir, bi nexweşiya KOAH’ê ket û hestiyên wî dihelin. Pirsgirêka hormona mezinbûnê heye. Derziyên vê yên mehane hene lê ev zêdetirî saleke derziyan nadin û nayê dermankirin.”

Herî dawî jî Îlker ev tişt anî ziman: “Kurê min par li dijî neheqî û tecrîdê ketibû greva birçîbûnê. Lewre hate sirgûnkirin. Zextekî giran li girtiyên siyasî tê kirin. Çêrên zayendîperest û heqaretan li girtiyan dikin. Girtiyên nexweşên penceşêrê hene. Bêhurmet nêzî girtiyan dibin. Dema tînin cihê hevdîtinê, bi destan tacîz kirin. Kurê min jî ev yek ji min re got. Ev tiştên cidî ne. Ez jî li derve di tecrîdê de me. Her gava min tê şopandin. Divê her kes di mijara girtîgehan de bi berpirsyarî tevbigere û em dixwazin şandeyek biçe girtîgehê.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar