Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

TJA: Zîlan yek ji sembola têkoşîna jinên kurd e

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke nivîskî de Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê hezîrana sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî kiribû, bi bîr anî.

Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:

“Rastiya kurd, Kurdistan û axa pîroz a Mezopotamyayê gelek jinên zanyar û berxwedêr afirandiye. Ji avabûna dîroka xaka pîroz heta niha têkoşîn, berxwedêrî, zanyarî û felsefeya wan a jînwarî û jiyarî her tim rêbertî ji jin û civakê re kirine. Her wiha felsefe, jînwarî û jiyariya wan her tim bûye dibistana azadiyê ku nifşekî bike mirazgirê nifşeke dinê û heta roja îro jî vejîn bûye felsefejiyariya jinên kurd û Rojhilata Navîn.

Ji van jinên xwedî felsefeya jînwarî û jiyarî yek jê jî sembola têkoşîn û berxwedana jinên kurd Zeynep Kinaci ye. Zeynep li dijî hişmendiya mêrsalarî û bavsalarî ya malbat û civaka feodal, li dijî hişmendiya dagirker a ku li ser xaka pîroz a Mezopotamyayê têkoşiyaye û vejiya. Vejîna wê di dîroka têkoşîn û berxwedana jinên kurd de bûye manîfestoya jînwarî û jiyanwariyê ya pêşerojê.

Em jinên TJA’yê vejîn û berxwedana hemû jinên ku ji bo azadiyê têkoşiyane, bi bîr tînin. Em sozdar û şopdarê felsefejiyariya wan in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar