Êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd û Kurdistanê bênavber didomin. Dewleta tirk ku li hêlekê sivîl û gerîlayan hedef digire, li hêla din jî xwezaya Kurdistanê tune dike. Di vê çarçoveyê de, leşkerên tirk ên li gundê Barinê yê navçeya Pasûr a Amedê derketin operasyonê agir berdan daristanê.
Şewat li qada daristanê belav bû û leşker nahêlin şêniyên herêmê bi tu awayî destwerdana şewatê bikin. Şewat bi qasî 500 metreyan li dûrî gund derketiye û ber bi gund û Geliyê Godernê ve diçe.
Çavkaniyan ragihand ku tevî ku wan agahî dane komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî, heta niha tu destwerdan nehatiye kirin. Şêniyên gund got ku şewat didome û bang kirin ku bi lezgînî destwerdana şewatê bê kirin. AMED