Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mexdûrên lehiyê banga alîkariyê dikin

Di 30’ê hezîranê de li gundê Çilkaniya yê Erdîş a Wanê ji ber barîna barana zêde lehî rabû. Di lêhiyê de 70 mîh li ber lehiyê ketin û mirar bûn. Her wiha ziyan gihişt gelek mal û axurên li gund jî. Her çiqas gundê Çilkaniyayê di nava geliyekî de hatibe avakirin û di her berf û baranê de karesatên bi vî awayî rû bidin jî, ji bo parastina jîngehê tu bergirî nehatine girtin.

Şêniyê bi navê Dîlaver Yildiz da zanîn ku baran û zîpikê ji nişkêve dest pê kir û wiha got: “Vê jî kir ku lehî rabe. Ez 65 salî me lê cara yekemîne baraneke wiha dibînim. Heke deriyên axura min ne hesin bûna dê hemû mîhên min li ber lehiyê ketibûna. Hemû mîhên birayê min li ber lehiyê ketin û mirar bûn. Hemû Zexîre, rez û baxçeyên me li ber lehiyê ketin. 10 tonên kaya min jî li ber lehiyê ketin. Ziyana me zêde ye.”

‘70’ê mihên min mirar bûn’

Welatiyê bi navê Sînan Yildiz jî diyar kir ku heke lehiyê hineke din dom bikira, dê hemû malên li gund jî bi xwe re bibira û wiha domand: “Kanalên avê xitimî bûn û dema lehî rabûy jî ber bi gund ve hat. 70 mîhên me mirar bûn. Gelek jê jî berk û piyên wan şikestibûn. Lewre me serjê kirin. Em jî ketin derdê canê xwe. Heke kanalên beton hineke din mezin bûne dê vê lehiyê ziyaneke wiha mezin nedabûya gund.”

‘Zarokên min bi zorê xwe ji lehiyê xelas kirin’

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Makbûle Yildiz jî ev tişt anî ziman: “Zarokên min bi zorî xwe ji lehiyê xelas kirin. Lehî di carekê de rabû û me nezanî dê çi bikin. Dema yên me mîh di dotin lehî rabû. Kurê min zarokên xwe birin şaneşînê û wisa xelas kirin. Kurekî min di nava lehiyê de ma û xwe bi zorê xelas kir. Şukir me ew xelas kir. Em gelek mexdûr bûn û daxwaza me ew e ku alîkariyê bidin me.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar