Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Kakeyiyên Başûr: Em di bin xetereya qirkirinê de ne

Pêşmergeyên YNK û PDK’ê piştî bûyerên 16’ê cotmeha 2017’an, ji herêmên weke Kerkûk, Xurmatû û cihên bi nakok vekişiyan. Bi vekişîna wan re jî çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyala û Kerkûkê kurdên kakeyî hedef girtin. Di van êrîşên çeteyan de heta niha bi sedan welatî hatine qetilkirin, bi dehan gund hatine valakirin û bi hezaran donimên çandiniyê jî hatine şewitandin. Welatiyên kakeyî têkildarî mijarê ji Rojnewsê bi Hawrê Kirêkar re axivîn.

Welatiyê bi navê Azad Zorab got ku komkujiyên niha li ser wan têne kirin mîna Komkujiya Dêrsimê ye û wiha domand: “Niha ev komên terorîst me qetil dikin û mal û gundên me wêran dikin. Zeviyên me dagir dikin. Ev çete ji hêla dewleta tirk ve tên birêvebirin. Armanca wan jî tunekirin û bêdengkirina me ye. Sedema vê jî PDK û YNK ne. Ji ber ku xemsar in. Artêşa Iraqê û hêzên şîa jî bêdeng in. Lewre d vê tunekirinê de para van her sê hêzan jî heye.”

‘Dixwazin herêmê veguherînin cihê ereban’

Têkildarî mijarê Leyla Ehmed jî ev tişt anî ziman: “Armanca van komên terorîst ên DAIŞ’ê ew e li ser kakeyiyan komkujiyê bikin û kakeyiyan li Diyala û Kerkûkê tune bikin. Mîna dewleta tirk, ew jî dixwazin av û gundên me dagir bikin. Dixwazin herêmê veguherînin cihên ereban. Ev çete ye nêzî dewleta tirk in. Heke hêzên pêşmerge gund û welatiyên kakeyî neparêz in, qirkirin û komkujiya kakeyiyan nêz e.”

Demek berê jî serokê Hoza Kakeyiyan Seyîd Îbrahîm Seyîd Mistefa bi daxuyaniyekê bang li serokeşîran, kesayetên li parêzgeha Kerkûk, Diyale, Nînewayê û li rayedarên Başûr û Iraqê kir ku di demekî herî nêz de sînorekî ji van kiryarên terorîstane danin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji sala 2003’yan ve zêdetirî 300 kakeyî hatine qetilkirin û birîndarkirin. Ji ber êrîşan gelek gund hatine valakirin. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî di demên dawî de zêde bûn. KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar