Navenda Nûçeyan |
Di 2’yê tîrmeha sala 1993’yan de li Sêwasê di dema Şahiyên Pîr Sûltan Abdal de li Otêla Madimakê 33 rewşenbîr hatin şewitandin û qetilkirin. Koma kujer beriya bi hefteyan belavok belav kirin û banga qirkirinê kiribûn. Tevî vê yekê jî dewletê wê rojê destwerdana komkujiyê nekir. Di navbera 27’ê gulanê û 10’ê tîrmeha 1980’an de jî li Çorûmê li gorî daneyên fermî 57 mirov bi hovane hatin kuştin, bi sedan hatin birîndarkirin û yên mayî jî neçar man ji bajêr derkevin. Mal û kargehên çepgir û elewiyan hatin şewitandin, talankirin, mirov di firinan de hatin şewitandin, jin, zarok û extiyar bi îşkenceyê hatin qetilkirin û destdirêjî li dehan jinan hatin kirin.
Bi boneya salvegera her du komkujiyan, Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, Hevserokên HDP’ê û Meclisa Baweriyan û Gelan a Kongreya demokratîk a Gelan (HDK) bi daxuyaniyên cuda qurbaniyên komkujiyan bi bîr anîn.
KCK
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Dîroka dewleta tirk dîrokeke ku bi komkujiyên gelan û baweriyan dagirtî ye. Yek ji beşên civakê yên ku di nava vê dîrokê de bûn hedefa êrîşên fîzîkî, qirkirina çandî, zext û asîmîlasyonê, elewî ne. Di gulan-tîrmeha 1980’an de li Çorûmê û di 2’yê tîrmeha 1993’yan de jî li Sêwasê elewî careke din ji ber baweriya xwe û jiyana xwe ya demokratîk ji aliyê dewleta tirk a faşîst ve hatin kuştin. Em elewiyên ku di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê daxwaz û hesreta wan bi serkeftina têkoşîna xwe ya Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad tacîdar bikin. Di serî de elewî em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku hîn bi xurtî û rêxistinî xwedî li vê têkoşînê derkevin.
Dewleta komara Tirkiyeyê welatiyên ji rêzê jî danî ber kontrgerîlayên xwe yên neteweperest û di dema komkujiyên li dijî elewiyan de weke ku ‘hêrsa gelê misilman a li dijî elewiyan’ nîşan da. Ev rêxistina kujer bi navê AKP-MHP derbasî desthilatdariyê bû û her roj li dijî gelên Tirkiyeyê êrîşên mîna komkujiyên Sêwas û Çorûmê dikin. Zîhniyeta senteza tirk îslamê bi efûkirina kujerên Sêwasê, bi parlamenter û wezîrkirina parêzerên kujeran nîşan da ku temsîla kîjan xetê dike.
Komkujiya Sêwasê di demeke wisa de hate kirin ku gelên Tirkiyeyê tevî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li ser bingeha yekitiya demokratîk dest bi têkoşîna hevpar kirin. Ji vî alî ve, komkujiya Sêwasê hewldana ji bo astengkirina hevkariya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ye. Ev peyam jî bi qetilkirina beşa herî çalak a civakê, bi qetilkirina elewiyan dan gelên Tirkiyeyê. Lewma komkujî û zexta li elewiyan ji aliyê cewherî ve êrîşeke li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ev êrîş di dema tifaqa AKP-MHP’ê de berfireh bûye û didome. Di serî de elewî divê hêzên mûxalîf û demokratîk ên li Tirkiyeyê bi wesîleya Komkujiya Sêwasê vê rastiyê baştir bibînin û li dijî vê dest bi têkoşînê bikin. Bersiva herî rast a li bîranîna şehîdên demokrasiyê bi vî rengî ye.
Bi wesîleya bîranîna 2’yê tîrmehê em bang li elewiyan dikin ku li gorî rêya wan a rastiyê ku jê bawer dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê helwesteke xurt û bi bandor nîşan bidin. Bi van hest û fikrî em careke din şehîdên Sêwas û Çorûmê bi bîr tînin û soz didin ku em ê bi berxwedana xwe bîranînên wan bi ser bixînin.”
HBDH
Daxuyaniya HBDH’ê wiha ye:
“Faşîzm polîtîkaya xwe ya ‘tekkirinê’ li ser ol jî dimeşîne. Komkujiya Sêwas-Madimakê jî encameke vê polîtîkaya dewletê bû. Her kesên mafên xwe yên demokratîk ji dest dane, neteweyên bindest, hêzên cuda yên baweriyan, nasnameyên cuda yên zayendî û her kesên ji bo nirxên pêşverû yên demokratîk dimeşînin dibin hedefa faşîzmê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst dijminê mirovahiyê ye, dijminê nirxên demokratîk û têkoşîna pêşverû ye. Yê ku kiryarên Madimakê berda, yê ku xelat da kiryarên komkujiyên 19-22’ê kanûnê, yê ku berxwedêrên birîndar ên li jêrzemînan bi saxî şewitandin, ev dewlet e, ev desthilatdarî ye. Yekane rêya rizgariya ji vê desthilatdariya faşîst û dewleta faşîst têkoşîna yekbûyî û hevgirtî ye. Têkoşîna yekbûyî ya gelên bindest û kedkaran, yekane rêya encamgir a li dijî faşîzmê ye. Em dikarin vê bi ser bixînin.”
PKK
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê jî ji ewil her du komkujî jî şermezar kir û wiha got:
“Ên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minet bi bîr tînîn. Em soz didin ku hêviyên wan ên azadiyê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Em vê zîhniyeta qirker ji nêz de nas dikin. Ji Mazdek-Hûreman heta Babekan, ji Hallaci Mansur heta Şêx Bedrettînan, ji Pîr Sûltan Abdal heta Hesret Gultekînan, ji Apê Mûsa heta Atakan, Helmet û Qasim Engînan gelek tevgerên azad û komûnal, kesên ronakbîr û hunermend ji ber ku li hemberî siltaniya zilimkaran serî ne tewandin, bi qirkirinan re rû bi rû man. Lê bele ev xeta civakî, komûnal, azadî û wekhevîyê nehatin qedandin û tu hêz qet nikarin xet û çanda berxwedan û azadiyê biqedînin. Desthilardariya AKP-MHP ku îro temsîliyeta Mûaviye, Yavûz Selîm, Îtaat û Terakkî dike, li ser gele kurd qirkirinê, li ser hêzen civakî, demokrat jî tundî û dîktatoriyê ferz dike. Em li hemberî vê zîhniyeta qirker tu carî serî natewînîn. Ev zîhniyet û pergala paşverû tev li siltaniya xwe wê têk biçe, hilweşe.”
HDK
Meclisa Baweriyan û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî bi heman boneyê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye: “Komkujiya Sêwasê li pêş çavê dewletê pêk hat. 27 sal di ser komkujiyê re derbas bûn lê hêj jî komkujî nehatiye ronîkirin. Hêj bersûc nehatine darizandin û cezakirin. Doza komkujiya piştî çend salan bi hinceta dem boriye belatkirin. Di sûcê li dijî mirovahiyê de dem tu carî nabore. Bi vê betalkirina dosyayê qatilên 33 canan parastin. Em dixwazin komkujî bi dawî bibin û hesap ji kujeran bê pirsîn.”
HDP
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî bi heman boneyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hûrgiliyên komkujiyê hatin vegotin û ev tişt hatin parvekirin: “Tevî ku sal di ser komkujiyên Sêwas û Çorûmê re derbas bûne jî hîn jî hesabê wê nehatiye dayin ku êşa van komkujiyan tu carî ji dilê me derneket. Em bi rêzdarî mirovên xwe yên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin.”