Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Mazlum Dînç û Cengîz Yureklî, ji bo ku biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî navbera 8 salan di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û herî dawî jî di 7’ê tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.
Ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha jî parêzeran ji bo hevdîtinê 84 caran serî li serdozgeriyê dan lê belê tu bersiv jê re nehatine dayîn. STENBOL