Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Berpirsyarê qetilkirina Vedat Aydin û hemû windakiriyan, dewlet e’

Navenda Nûçeyan |

Bi armanca dîtina kesên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ên Amedê vê hefteyê jî li ser medyaya civakî daxuyanî dan.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê di hefteya 797’emîn de jî çalakiya xwe domandin. Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de pirsa kujerên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ku ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû revandin û qetilkirin, kirin.

Di daxuyaniyê de kurê Aydin, Felat Aydin axivî û wiha got: “Kesên ku xwe weke polîs dan nasîn hatin malê û bi hinceta îfadeyê bavê min birin. Mixabin bavê min êdî venegeriya. Li ser laşê bavê min şopên îşkenceyê hebûn. Du roj piştre jî di 7’ê tirmaha 1991’an de li kêleka rêyekê nêzî navçeya Maden a Erxeniyê hate dîtin. Di merasîma cenazeyê bavê min de polîsan gule li gel reşandin. Bi ser bûyerê re 29 sal derbas bûn lê hê jî nehatiye ronîkirin. Ji bo vê hewldanek jî nîne. Tu kes nehate girtin û darizandin. Pergalê ev cînayet qebûl kir. Dê têkoşîna me ya ji bo ronîkirina bûyerê bidome.”

‘Tiştê ku tu kesî nediwêriya bike, Aydin kir’

Piştre jî ji parêzerên hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û ev tişt anî ziman: “Kekê Vedat di kongreya ÎHD’ê ya sala 1990’an de tiştekî ku heta wê rojê tu kesî nediwêriya bike, kir. Bi kurdî axivî. Tavilê hate girtin û ji mehekê zêdetir girtî ma. Di doza lê hatiye vekirin de jî bi kurdî axivî. Piştî vê têkoşîna qedexeya li ser kurdî rabû. Lê ew jî ji ber têkoşîna xwe mîna hemû kesên din bû qurbanê cînayetêke kontrgerîla û kujerên wî nehatin cezakirin.”

Serpêhatiya Aydin vegot

Xwişka rojnameger Metîn Goktepe, Meryem Goktepe jî daxuyaniya hefteyê xwend û serpêhatiya Vedat Aydin wiha vegot: “Vedat Aydin (38) bavê 3 zarokan û serokê Kedê ya Gel (HEP) a Amedê bû. Di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji hêla kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ve li malê hate binçavkirin. Li ser vê parêzerê Aydin ji midûriyeta polîsan pirsa Aydin kir. Lê jê re tê gotin ku Aydin li wir nîne. Du roj piştre di 7’ê tîrmehê de li ser rêya Maden a Erxeniyê cenazeyê wî hate dîtin. Cenaze di 10’ê tîrmehê de teslîmî malbata wî hate kirin. Di merasîma cenazeyê de jî polîsan gel gulebaran kir. Bi dehan sivîl qetil kirin û bi sedan jî birîndar bûn.”

Goktepe da zanîn ku endamên JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan û Mûrat Îpek di îtîrafên xwe de diyar kirin ku agahiya fermandarê JÎTEM’ê Cem Ersever û Fermandarê Alaya Amedê Îsmet Yediyildiz ji kuştina Vedat Aydin hebû lê tevî vê jî faîlên Aydin nehatin girtin û darizandin. Goktepe bang li rayedarên siyasî-edlî kir ku êdî dawî li înkar û bêceza hiştina dosyeya Vedat Aydin bînin.

Xizmên Windayan

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî di hefteya 595’emîn de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenek parve kirin.

Di çalakiyê de aqûbeta Serokê HEP’ê yê Amedê siyasetmedarê kurd Vedat Aydin pirsîn. Di daxuyaniyê de birayê Aydin, Veysî Aydin axivî û wiha got: “Ez têkoşîna bi rûmet a hemû malbatên ku aqûbeta zarokên xwe dipirsin, silav dikim. Taybetmendiya hevpar a hemû kesên ku hatine windakirin, muxalîfbûna wan a li dijî pergalê ye. Dewlet jî vê weke dijminatî dibîne û hedef digire. Berpirsyarên kuştina Vedat Aydin û hemû windakiriyên din dewlet e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar