Rêya Armûşê bi nifûsa xwe ya ji 400 hezar kesî navçeya herî mezin a Wanê ye. Bi sedan axurên li navçeyê ji aliyê qeyûmê li şaredariyê tên hilweşandin.
Qeyûmê li Rêya Armûşê li taxa Bûzhaneyê 110 ahur hilweşand. Tê gotin ku dê li navçeya Rêya Armûşê bi sedan axurên din hilweşîne. Qeyûm Sînan Aslan her wiha gef xwar ku heqê hilweşandina axuran û ‘cezayê çêkirina avahiyên qeçex’ wê ji sedî 20 bi faîzê ji sewalkaran bê standin. Sewalkarên ku axurên wan hatin hilweşandin hem bi hezaran lîre xisar li wan bû hem jî heywanên wan li derve man.
Sewalkarekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe aşkera bike ev tişt anî ziman: “Bi sedan sal in em sewalkariyê dikin. Beriya niha me ev kar li gundê xwe dikir. Piştî ku gund hatin valakirin û zozan hatin qedexekirin em neçar man koçî navenda Wanê bikin. Li vir jî bi dayîna mesrefeke mezin me axur çêkir. Li van axuran dest bi xwedîkirina heywanên xwe kir. Niha jî dest bi hilweşandina xurên me kirine. Axurên me xera kirin, em ê niha heywanên xwe bixin ku derê, em ê çawa sewalkariyê bikin?” WAN