Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanên Qendîlê: Em ji bo tevlibûna Seferberiya Heftanînê amade ne

Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer, di 30’ê Hezîranê de li Qendîlê di bin şîara ‘Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkeriyê BIRÛXÎNE’ Pêngava Seferberiya Heftanînê îlan kiribû. Piştî daxuyaniya Pêngava Seferberiya Heftanîn, Jinên Ciwan ên Têkoşer ragihandibû ku wê yekem bi destpêkirina kampanyaya îmzayê ku ji bo leşkerên dagirker yê tirk ji axa Başûr û Iraqê derbikeve tev li pêngavê bibe.

Di vê çarçoveyê de ciwanên Binarê Qendîlê, bi daxuyaniyek helwesta xwe li hember dagirkeriya tirk û tevlibûna xwe ji bo Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihand. Daxuyanî ji alî Endamê Ciwanên Welatparêz Bihêz Feqe ve hat xwendin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Em wek ciwanên Binarê Qendîl, êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Qendîl û Herema Kurdistanê şermezar dikin. Em diyar dikin ku êrîşên wan cihê qebûlkirinê nîn e. Bi êrîşên dagirkeriya tirk jiyana li Qendîl û li ser sînor pir zehmet bûye.

Dewleta tirk a dagirker diyar dike ku bingeh û baregehên PKK heye, em bombardiman dikin. Lê armanca wan dagirkirina başûrê Kurdistanê û mirovên medenî ne. Di êrîşên xwe de tu cudahî nake, êrîşê her derî û her kesî dike. Di demên dawî de bi êrîşên xwe ve ev pir vekirî diyar dike.

Em wek Ciwanên Binarê Qendîl, ew kampanyaya ku ji bo leşkerên tirk ji axa Başûr û Iraqê derbikeve em jî tev li dibin.

Di heman demê ew Pêngava Seferberiya Heftanîn ku hatibû îlankirin, diyar dikin ku bi hemû hêz û baweriya xwe her tiştê ku pêwîst bike li hember dagirkeriya tirk li Heftanînê were kirin, em amade ne.” QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar