Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyên nexweş di bin xetereyeke mezin de ne

Navenda Nûçeyan |

Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rewşa zêdetirî 458 girtiyên nexweş giran e. Her wiha hezar û 334 girtî jî nexweş in û divê bên dermankirin. Saziya Tipa Edlî rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ daye 458 girtiyan û divê demekî zû de bên berdan. Lê tevî hemû serlêdanan jî girtî nayên berdan.

Li herêma Egeyê jî 84 jê rewşa wan giran bi giştî 261 girtiyên nexweş hene. Gelek malbatan serî li Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatan ên Egeyê (EGE TUHAY-DER) dan û alîkarî xwestin. Têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li herêma Egeyê, hevserokê EGE TUHAY-DER’ê Ahmet Ertaş axivî û da zanîn ku bi serlêdanan diyar dibe ku li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zêde ye.

Piştî şewbê zext zêdetir bûn

Ertaş bi domdarî jî ev tişt anî ziman: “Pêkanînên dijdemokratîk hene. Ev binpêkirine piştî şewba koronayê zêdetir bûn. Mafên girtiyên nexweş ên weke revîrê, paqijiyê û mafê civakî tên binpêkirin. Mafê wan ê kantînê jî tê binpêkirin. Di rewşa heyî de girtî di bin xetereyeke mezin de ne. Bi taybet jî girtiyên nexweş terkî mirinê kirine.”

Nexweşa penceşêrê nikare bi tena serê xwe bijî

Ahmet Ertaş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtiya bi navê Fatma Ozbay li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne. Ozbay bi nexweşa pençeşêre ye. Tevî vê dermankirina wê tê astengkirin û nabin nexweşxaneyê. Dema dibin jî 14 rojan di karantînayê de dihêlin. Ozbay nikare bi tena serê xwe bijî û nikare xwe ji şewbê biparêze. Banga min ji bo wezareta dadê û hemû rayedaran ew e ku girtiyên nexweş serbest berdin. Ji bo berdana girtiyên nexweş dê têkoşîna me bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar