Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Gelo zarokeke 13 salî çawa dikare çekê bi kar bîne?’

Zaroka bi navê Fatma Erkan a 11 salî di sala 1995’an de li gundê Sitî yê Midyad a Mêrdînê hate qetilkirin û piştre jî weke ‘terorîst’ hate pênasekirin. Wêneyê Erkan 20 sal piştre derketin holê. Dozên têkildarî bûyerê hatine vekirin jî vala derketin. Parêzerên Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê di sala 2017’an de serî li AYM’ê dabûn û li ser redkirina serlêdanê, vêcarê jî serî li DMME’yê dabûn. Biryara DMME’yê dê bandorê li ser bûyerên salên 90’î jî bike.

Bûyereke mîna ya Erkan vêcarê jî li Hezex a Şirnexê qewimî. Di 16’ê sibata 2016’an de qedexeya derketina kolanan li navçeyê hate ragihandin û di 7’ê adara heman salê de jî cenazeyê zaroka 13 salî Fatma Elarslan li kolanê hate dîtin. Li ser îfadeya şahidê nepen, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê Elarslan weke ‘Endama rêxistinê’ pênase kir û pêvajoya lêpirsînê da girtin. Bavê Elarslan, Mehmet Elarslan jî têkildarî mijarê ji MA’yê bi Zeynep Durgut û Mujdat Can re axivî.

‘Keça min terorîst nîne’

Mehmet Elarslan bertek nîşanî biryara serdozgeriyê da û wiha got: “Keça min terorîst nîne. Keça min diçû dibistanê. Gelo keça min kengî bûye terorîst? Ez vê qebûl nakim û vê biryarê şermezar dikim. Keça min hîn neketibû 13 saliya xwe. Keça min hêj zarok bû û 20 rojan li keça xwe geriyam. Lê min nedît. Di dawiya dawî de me cenazeyê wê li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dît.”

‘Têkoşîna me dê bidome’

Elarslan herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Ji bo ku kujerên wê bên darizandin em ê heta dawiyê têbikoşin. Em kurd in û em ne terorîstin. Ez ji dozgeriyê dipirsim, gelo zarokeke 13 salî çawa dikare çekê bi kar bîne? Ew zarok bû û hêza wê têrê nedikir ku çekê bi kar bîne. Zaroka 13 salî weke terorîst pênase dikin. Ez vê red dikim. Derdê wan tenê kurd in. Keça min ne li çiyê, li nava sûka Hezexê hate qetilkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ji bo ku kujer bên cezakirin em ê heta dawiyê têbikoşin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar