Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Heftanîn û Geverê 7 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 5’ê tîrmehê saet di 14.20’an de, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li qada Girê Koordîneyê li dijî artêşa tirk çalakiyeke sûîqestê kir û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. HPG’ê da zanîn ku di heman rojê de hêzên HBDH’ê jî 2 çalakiyên suîqestê kirin û di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Di berdewamê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di 5’ê tîrmehê saet di 07.00’an de, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li navbera gundê Bagengê û Serê Şikeftê yê Gever a Colemêrgê li dijî wesayîta zirxî ya cureya Kîrpî û leşkerên li kêleka wê dimeşiyan çalakî kir. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de wesayîta zirxî hatiye îmhakirin û 4 leşker hatine kuştin.

Gerîlayek bi birîndarî dîl hate girtin

Herî dawî jî HPG’ê ev agahî dan: “Me di daxuyaniya xwe ya di 26’ê hezîranê de diyar kiribû ku li qada Deşta Silopiya Çiyayê Cûdî di navbera hêzên me û artêşa tirk a dagirker de şerek çêbûbû. Di 8’ê hezîranê de li qada Deşta Silopiya ya Cûdî hevalê me yê bi navê Roj di şer de birîndar bû û dîl ketiye destê dijmin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar