Êrîşên dewleta tirk a bi desthilatiya AKP-MHP’ê tê birêvebirin ên li dijî gelê kurd bênavber berdewam in. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk li bakurê Kurdistanê asta êrîşên xwe zêdetir kirin. Hat zanîn ku artêşa tirk ji hewayî û bejahî ve leşkeran sewqî herêma Omeriyanê kirin. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku li herêmê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.
Ji duh ve li herêmê hem ji hewayî û hem jî ji bejahî ve tevger û sewqîyata leşkerî berdewam e. Gelek wesayîtên zirxî û leşker ber bi herêmê ve hatine veguhestin. Hat diyar kirin ku heta niha şer derneketiye.
Tevger bêhtir li herêma nêzî navçeya Nisêbînê pêş dikeve. MÊRDÎN