Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Pirsgirêkên Rojhilata Navîn û rêyên çareseriyê yên Ocalan

Navenda Nûçeyan |

Ocalan diyar dike ku li nava civakên Rojhilata Navîn meylên dewleta netewe û milliyetgiriyê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên neteweyî venake, berevajî dibe sedema mezinbûna pirsgirêkan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê sibata 1999’an heta niha ango ev 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Ocalan her tim ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û çareseriyê nirxandin û pêşniyarên girîng dike. Ocalan di gelek parêzname û nirxandinên xwe de îşaret bi vê yekê dike. Ocalan dibêje, di civakên Rojhilata Navîn de meylên netewe dewletê û miliyetgiriya di dused salên dawî de hatine hişyarkirin, weke ku tê îdeakirin rê li ber çareserkirina pirsgirêkên neteweyî venake, berevajî vê dibe sedema mezinbûna pirsgirêkan û zevtkirina tevahiya komikên civakî.

Ocalan di parêznameya çaremîn a bi navê ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’de der barê rêyên çareseriyê yên li ser esasê ya modernîteya demokratîk, tespît û nirxandinên girîng dike.

Pirsgirêka neteweya ereb û rêyên çareseriyê

Ocalan li ser neteweya ereb ku niha ji 22 netewe dewletan pêk tê vê nirxandinê dike: “Hêmanên bingehîn ên pirsgirêka neteweyî ya ereb giran dikin, civakbûna ereb misêwa parçe dikin, wan ji nirxên wan ên cewherî re xerîb dikin, bi şeran wan diqedînin û nirxên wan ên madî dadiqurtînin, netewe dewlet ne ku hejmara wan ji bîstan bihuriye. Ev netewe dewlete ku nikarin di nava xwe de konfederalîzmekê jî pêk bînin, pirsgirêka neteweyî ya ereb bi xwe diafirînin. Bi van ve girêdayî miliyetgiriya dîndar û ezbet-qebîlegirî, cinsiyetparêziya civakî ya bi serweriya mêr qada civakî bi tevahî reş û tarî dikin, difetisînin, dikin ku bêhnê lê biçikînin. Civakê bi awayekî dijwar mehkûmî koletî û muhafezekariyê dikin. Li ser navê ereban çi li hundir û çi jî li derve şensê nade çareseriyê. Ji bo pirsgirêkên ereban divê li modeleke çareseriyê ya berfireh a li ser hîmê neteweya demokratîk û komuntiya civakparêz were gerîn. Hêza Îsraîla reqîb bi tenê ji hegemonyadariya dinyayê nayê; di hundir de saziyên komuntî û demokrasiyê jî di vê hêzbûnê de xwedî roleke girîng in.

Civaka neteweyî ya ereb a ku sedsala xwe ya dawî bi miliyetgiriya radîkal û îslamtiyê bi avê de berda, dikare komuntiya di dîroka xwe û nîzamê qebîletiyê de xerîbê wê nîne, bi têgihiştina neteweya demokratîk re bike yek û bi vê, ji xwe re rêyeke rizgariyê û çareseriyeke demdirêj û ewle bibîne, xêz bike.”

Neteweya tirk û pirsgirêkên wê

Abdullah Ocalan dide xuyakirin ku li Rojhilata Navîn neteweyekî din ê pirraniyeke girîng pêk tînin tirk û tirkmen in û vê mijarê wiha dinirxîne: “Li gorî ereban tevî ku belav dijîn, têgihiştinên desthilatdarî û îdeolojîk ên bi heman rengî hene. Bi awayekî hişk li dewletdariya netewe xwedî derdikevin, zêde bi miliyetgiriya ezbet û dînî ve xwe digirin. Pîroztiya dewlet û xwedê jî weke miliyetgiriya ezbet û dîndarî di zikhev de pêk tên. Di nava kategoriyên tirk û tirkmenan de cudahiyên girîng ên sosyolojîk hene. Li hemberî arîstokrasiya ereb bedewî di çi rewşê de bin, tirkmen jî bi awayekî parelel li hemberî arîstokrasiya tirk a xwedî desthilatdarî-dewlet di heman rewşê de ne. Tirkmen ew beş in ku berjewendiyên wan bi komuntî û demokrasiyê re li hev dikin.

Projeya Konfederasyona Tirk a Demokratîk

Hişkbûna îdeolojiya fermî û avahiyên desthilatdar ên navendparêz ên hişk, di pirsgirêka neteweyî ya tirk de şensê rêvebirina li ber pêşketin û çareseriyê nedane meylên demokratîk û komun. Peyama dane civakê ew e, bê dewlet nikarin bijîn. Civak û ferd nikarîbûne bi dewletê re bikeve weznekê, timî di rola zarok û koleyê dilsoz ê dewletê de maye. Di roja me ya îro de ji bo komên neteweyî yên tirk, teoriya modernîteya demokratîk çarçoveya herî di cih de pêk tîne. Projeya Konfederasyona Tirk a Demokratîk a bingehê xwe civak e, hem di nava xwe de dikare yekpare be, hem jî di zikhev de dikare bi cîranên xwe re di nava aştî û yekparebûnê de derfet û îmkanê bide jiyaneke hevpar û ji bo vê yekê fikreke îdeal e û di cih de ye. Ji bo yekitiya civakî girîngiya berê ya sînoran nemaye. Tevî sînorên mekanên cuda, derfet û îmkanên ragihandinê dikarin kom û ferdên li her qada dinyayê bigihînin hev û yekpare bikin. Projeya Konfederasyona Demokratîk a komên neteweyî yên tirk ji bo aştiya dinyayê û sîstema modernîteya demokratîk wê gelekî bi kêr bê.”

Neteweya faris û rêyên çareseriyê

Li ser neteweya faris jî Ocalan wiha dibêje: “Çavkaniya pirsgirêkên di civaka neteweyî ya fars an jî Îranê de, hewldanên şaristaniyan ên dîrokî û modernîteya kapîtalîst a dused salên dawî ye. Li Îranê şaristaniyeke ji rêûresmeke ji sê îdeolojiyên rahibên Sumeran zêdebûyî jî bi tesîr bûye, heye. Rêûresma Zerdeşt û Mîtra tevî ku nasnameya orjîn pêk tînin jî bi ya ji îslamê zêdebûyî hatine bêtesîrkirin. Manîtî ya weke sentezeke ekolên felsefeya mûsewîtî, zerdeştî, îsewîtî û grekî derket holê, li beramberî îdeolojiya fermî ya şaristaniyê bi tesîr nebû. Ya rastî, ji xwedîkirina rêûresma isyankariyê wêdetir neçûye.

Îranê rêûresma îslamî veguherandiye mezhebê şîa û dema dawî weke îdeolojiya şaristaniyê hatiye fesilandin, lihevanîn. Di roja me ya îro de jî hêmanên modernîteya kapîtalîst di parzûnka şîa re derbas dike (Weke şêweyê modernîst ê konfuçyustiya Çînê) û hewl dide modern bibe. Civaka Îranê hem ji aliyê etnîk hem jî ji aliyê dînî ve bi xisletên xwe yên pirrnasnameyî xwedî çandeke gelekî dewlemend e. Ji tevahiya nasnameyên dînî û neteweyî yên Rojhilata Navîn re malovaniyê dike. Zehmetiyê dikişîne pirrnasnameyan bi tenê bi hegemonyayên îdeolojîk ên dînî yan jî ezbetî li cem hev bigire. Bi şêwazekî gelekî tenik, şêweyê miliyetgiriyeke ezbetî û dîndariyê pêk tîne. Li aliyê din, tevî ku modernîteya kapîtalîst pêk tîne, wexta ku li hesabê wê nayê ji serlêdana propagandaya antî-modernîst jî paşve namîne. Di warê helandina pêşketinên şoreşgerane û demokratîk di nava çanda şaristaniya ji rêûresmê de gelekî bûye hoste. Li vir a em behsa wê dikin, rejîmeke despotîk e ku bi hosteyî tê bicihanîn. Di binyeya Rojhilata Navîn de li serê civak û dewletên herî tengezar û nakok tê. Çavkaniyên petrolê herçiqasî tengezariyan hinekî kêm bikin jî hebûna dewletdariya netewe ya Îranê ji bo jihevdeketinê xwedî statuya herî di cih de ye. Di vê de lihevnekirinên wê bi hegemonyadariya DYA-YE’yê re ku aktorên sereke yên modernîteya kapîtalîst in, têra xwe bi tesîr in.”

Rêya çareseriyê ya ji bo Îranê

Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Îranê jî bi projeya konfederasyona demokratîk bersiv dide û vê nirxandinê dike: “Îran di pirsgirêkên xwe yên civakî de teoriya modernîteya demokratîk bi hosteyî bi cih bîne, dikare rê li ber encamên gelekî çareserker veke. Tevî hemû hewldanên navendparêziyê jî di bin re mîna Îraneke federal pêk tê. Hêmanên şaristaniya demokratîk bi hêmanên federalîst re (Azerî, kurd, ereb, belûcî, tirkmen) bigihêjin hev, projeya Konfederasyona Demokratîk a Îranê dikare manedar bibe û bi hesanî bibe navendeke balê bikişîne ser xwe. Di çarçoveya vê projeyê de tevgera azadiya jinê û reûresmên komunî wê rolên xwe yên girîng hebin. Ji bo Îran paşeroja xwe ya rohnî û rola xwe ya dîrokî ya li Rojhilata Navîn ji nû ve bi dest bixe, kengî bi hêmanên modernîteya demokratîk re civaka demokratîk, ekonomîk û ekolojîk bû yek û gav avêt mumkîn e. Potansiyela civaka neteweyî ya Îranê ji bo vê yekê têra xwe bi hêz e û rastiya neteweya demokratîk a Îranê jî vê hewce dike.”

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar