Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kampanyaya îmzeyan a ciwanan berfireh dibe

Navenda Nûçeyan |

Endamên Rêxistinên Ciwanan ên li Silêmaniye, Ranya, Kerkûk û Helepçeyê ji bo ku leşkerên tirk ji xaka başûrê Kurdistanê û Iraqê bên derxistin, kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de ciwan mal bi mal, kolan bi kolan, dikan bi dikan digerin û îmzeyan kom dikin. Gel di her alî de gelekî kêfxweş nêz dibe û di heman demê de nêrînên xwe yên li dijî dagirkeriyê tînin ziman.

Endamên Ciwanên Welatparêz ên li Kerkûkê li bazara bajêr dest bi komkirina îmzeyan kirin. Ji endamên ciwanan Hisên Mistefa axifî û diyar kir ku ew ji bo derxistina hêzên dagirker îmzeyan kom dikin û ew bi tu awayî nahêlin dagirker li ser xaka wan bin.

RANYA

Li gelek deverên Ranyayê jî ciwanan dest bi komkirina îmzeyan kir. Têkildarî mijarê endamê Ciwanên Welatparêz Saman Ehmed ev tişt anî ziman: “Em nerazîbûnên xwe tînin ziman. Faşîstên tirk êrîşî kesên sivîl û her deverê dikin. Banga me ji bo hikûmeta Başûr û Iraqê ew e ku dawî li van êrîşan bînin. Weke ciwanên Başûr, em vê dagirkeriyê qebûl nakin. Em bang li her kesî dikin ku weke erkekî niştimanî dengê xwe bilind bikin.” Ciwanan li gelek deverên wek Çar Qurne, Pişter û Bîtwenê jî îmze komkirin. Di dema komkirina îmzeyan de ciwan ji hêla gel ve bi keyfxweşî hatin pêşwazîkirin.

HELEPÇE – SILÊMANIYE

Li navenda bajarê Helepçeyê jî ciwanan dest bi komkirina îmzeyan kir. Li Helepçeyê eleqeyeke mezin ji bo kampanyayê heye. Endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li deverên Erbat, Şarbajêr, Bazyan, Tekye û Mêrgapanê yên Silêmaniyeyê jî xebatên komkirina îmzeyan dan destpêkirin.

Hêjayî bibîrxistinê di sala 2011’an de jî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi heman daxwazê mîlyonek îmze kom kiribûn.

Kampanyaya îmzeyê li ser Change.org ê jî hatiye destpêkirin û li ser medyaya dîjîtal jî gelekî belav bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar